NAVENDA NÛÇEYAN – Li hember erheja ku li heremen Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bandor kirye welatiyên heremê tedbîrên xwe digerin.
Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê tevî welatiyên herêmê li herêmên cuda yên bajêr, kon vedan ji bo ku dema şênî ji ber erdhejan ji malên xwe derketine, li gel şert û mercên zehmet ên hewayê xwe lê bigirin.
Hevserokê Meclisa Rêveber a Minbicê Mihemed Xêr Şêxo ji ajansa me re wiha axivî: “Li gorî rewşa giran a li seranserê Sûriyeyê, Rêveberiya Sivîl a Minbicê û gundewarên wê ji bo şêniyan kon veda.”
Xêr Şêxo diyar kir ku şêniyên Minbicê jî bi heman însiyatîfê rabûn û li qadên sereke hejmarek kon vedane. Xêr Şêxo bang li şêniyên Minbicê kir ku baldar bin, berê xwe bidin konan û dûrî avahî û dîwaran bikevin.
Piraniya koçberên Efrînê yên li malên nîvwêrankirî yên li gund û navçeyên kantona Şehbayê dimînin, ji ber ihtimala çêbûna erdhejek din li herêmê ji malên xwe derketin. Ji ber erdheja li seranserê herêmên Sûriyeyê rû daye, vê berbangê li Şehbayê 5 welatî birîndar bibûn ku yek ji wan zarok bû. Ji ber şerên di salên borî de li herêmê rû daye, binesaziya herêma Şehbayê zirarek mezin dîtiye.
Meclisa Sivîl a Reqayê û Rêveberiya Sivîl a Tebqayê jî kon vedane. Kon li van deveran hatine vedan: Qada Mucemei, Yarîgeha Firatê, Parka Îstîklal, qada navenda çandê ya berê, parka Cewad Anzûr, pişt klînîkên giştî, taxa Bedû, parka trafîkê. Meclisa Sivîl a Reqayê bang li welatiyan kir ku dema xeterî hîs kirin, yekser berê xwe bidin konê herî nêz.
Komîteyên Meclisa Sivîl a Reqayê û Rêveberiya Sivîl a Tebqayê jî hemû pêdiviyên konan wekî mazot, sobe, betanî peyda kirin û kehrebe gihand wan.
Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku ji ber erdheja vê berbangê rû daye, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heya niha 6 kesan jiyana xwe ji dest daye û 57 kes jî birîndar bûne.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mistefa ji malpera fermi ya Rêveberiya Xweser re axivî û bîlançoya nû ya şehîd û birîndarên erdheja ku vê berbangê rû daye, eşkere kir. Li gorî Dr. Ciwan Mistefa, bîlanço wiha ye: “Li Şêxmeqsûd a Helebê 6 kes şehîd bûn, 44 kes jî birîndar bûn. Li Şehbayê 7 kes, li Kobanê 4 û li Minbicê jî 2 kes birîndar bûn.”