NAVENDA NÛÇEYAN –
‘‘Pir şewazen kuştin heye,
bi xistina kereke di sike de,
yekî ji nan mehrûm bike,
yekî ji nexweşiyekê derman nake,
te xiste apartmaneke xerab,
yekî heta mirinê bixebite,
kesek ber bi xwekuştinê ve dibirin,
revebirina şer,
çend ji van li dewleta me qedexe ne.”
―Bertolt Brecht
Çawa ku Berthold Brecht di helbesta xwe de diyar dike, gelek rêyên kuştina mirovan hene. Gelek rêyên teşwîqkirina qirkirina civakê hene; yên eşkere, bi zelalî xuya dibin, û yên kêmtir eşkere, yên ku şilone.
Tişta ku em îro dijîn bi taybetî jî civaka Kurd li Bakurê Kurdistanê ev e. Baş e, em dikarin bêjin erdhejek bû, karesatek xwezayî bû. Em nikarin karesatên xwezayî kontrol bikin an jî pêşî lê bigirin. Rast e, lê gava ku çêbibe, tedbîrên pêwîst dikarin bêne girtin da ku zirar û ziyan ne zêde nebin. Lê ya ku dewleta Tirk a faşîst bi salan e dike, tam berovajî vê yekê ye. Ne tenê li Tirkiyê, li Başûrê Kurdistanê jî, di çarçoveya “modernîzasyonê” de, xaniyên pirqatî yên ku li her derê derdikevin holê, pirî yên ku bi gelemperî dema ku erd diheje, diruxin.
Kesên ku di van daîreyan de dijîn, bi gelemperî malbatên ku derfetên wan ên aborî kêm in, ji ber ku erzan in û nikarin debara tiştekî din bikin, ji bilî kirêkirina van apartmanan neçarin. Ger li herêmeke ku tê zanîn erdhej lê bandor bûye, karesatên xwezayî ewqas bi bandor bin, divê were pirsîn ka rejîma desthilatdar çawa tedbîr negirtiye. Bacên ku di bin navê karesatên xwezayî de ji gel tên komkirin têra gelên ku îro di bin xirbeyan de mane rizgar nake. Gelo mirov dikare bipirse ku li herêmeke wisa ku têra xwe li ber van erdhejan negire, çawa dikarin avahîyên weha werin çêkirin? Ji ber ku bi hezaran mirov di bin xirbeyan de mane û di berf û zivistanê de alîkarî nayê kirin, nîşan dide ku di vê rewşê de êku hilweşiyaye ne bînayet e exlaq e.
Careke din nîşan da ku mirov xwe bispêre sîstemeke ku bi zîhniyeta xwe ya faşîst berjewendî û pêdiviyên civakê nabîne, tenê li berjewendiyên xwe dinere û li gorî vî tedbîr ji bo civakê nagire.
Wê çi bibe serê van hemû kesên ku di nîvê zivistanê de li kuçe û kolanan radizên, eşyayên wan û endamên malbata wan di bin xirbeyan de mane? Civaka bi hêz ew e ku zanibe çawa alîkariya xwe bike, bizane çi rast e û çi nerast e û ji dewletê hêviya alîkariyê nake lê bi serê xwe tevdigere. Civaka Kurd rûyê rast ê dewletê baş nas dike, dizane ku çawa alîkariya xwe bike, ji bo na vî lazime nekeve xafikê dewleta faşist a Tirk.
Ev qetlîama ku ne tenê li Tirkiyeyê, li Sûriyeyê jî pêk hat, divê ji bo hemû gelan ji xapandina dewletê re bibe bîranîn. Ji bo ku bi xapandinên xwe neyên xapandin û li şûna xwe mudaxele bikin, çalakiyan li dar bixin û xwe birêxistinkirina civakî, xweserî û xwerêveberiyê ava bikin. Dewlet lewaz e, çi li Sûriyê çi li Tirkiyê; dem hatiye ku civak bi hêza xwe zanibe, hêza xwe bi dest bixe û xwe ji gelek hewldanên qetlîamên dewletê biparêze.
Krîza malî ya li Tirkiyeyê, rewşa aborî ya dijwar a gelek malbatên Sûriye, Tirkiye û Kurdistanê, şerê li hemû herêmên Rojhilata Navîn didome, hewldanên komkujiyê yên çeteyên îslamîst ên weke Talîban, DAIŞ an El Nûsra, diziya kapîtalîst û îstîsmar, Rojhilata Navîn Li Tirkiyeyê gelek êrîşên giran li ser milê civakan hene. Şer berdewam e, şerê hebûn û tinebûnê ye. Ji bo ku dawî li vê rastiyê bê dîtin û ji bo hebûna civaka Kurd, hebûna çand û nirxên Kurdî, zimanê wê, hebûna berxwedanê, hebûna hêviya azadiyê, hebûna nirxên mirovahiyê û civakîbûnê, vê têkoşînê bi rê ve bibin. Li welat an li derve, pîr û ciwan, ji Kurdistanê, ji Rojhilata Navîn û çi ji deverên din, çi jin çi mêr, ji her tiştî seferberî bikin, gelekî girîngtir e.
Weke ku Berthold Brecht gotiye:
“Dema ku neheqî bibe maf, berxwedan dibe erk!”
Sara Ronahî