STUTTGART – Meşa Dirêj ku her sal bi kevneşopî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO tê lidarxistin, îsal bi du baskan tê meşandin. Meşa Dirêj li Elmanyayê bi pêşengiya ciwanên û jinên ciwanên Kurd, li Swîsreyê jî bi pêşengiya ciwanên û jinên ciwanên enternasyonalîst tê kirin. Meşa Dirêj li Elmanyayê bi dirûşma “Di sala serketinê ya 2023’an de em ê azadiya fîzîkî ya Rêber APO misoger bikin” pêk tê.
Rawestgeha roja 3’yemîn a ciwanan û jinên ciwan bajarê Stûttgartê bû. Ciwan serê sibehê li qada Stadtgartenê li hev kom bûn û ber bi Boblîngenê ve dest bi meşê kirin. Ciwan û jinên ciwan wê îro nêzî 18 kîlometreyî bimeşin û êvarê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Boblîngenê li hev kom bibin.
Bi meşa îro re ciwan wê bi giştî 54 kîlometre meşiya bin.
Plansaziya çalakiyê ya ciwanên Kurd bi vî rengî ye:
“Roja 4’emîn, ciwan û jinên ciwan wê li Eskater Park a li bajarê Reûtlîngenê saet di 09:00 de li hev kom bibin û li navenda bajarê Reûtlîngenê bi 5 kîlometreyan bimeşin. Êvarê saet di 17:00 de wê li Holzmartê mîtîngekê lidar bixin û ber bi mala Şehîd Sara Dorşîn lê mabû, bimeşin.
Roja 5’emîn ciwan û jinên ciwan wê ji navenda bajarê Offenbûrgê ber bi bajarê Lahrê ve bimeşin. Li Lahrê di semînerekê de li hev kom bibin.
Roja 6’emîn, ciwan û jinên ciwan wê saet di 09:00 de li navenda bajarê Freîbûrgê li hev kom bibin, li kolana herî qelebalix a bajêr bimeşin û êvarê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Freîbûrgê tevlî semînera ‘Jin ên ciwan’ bibin.
Roja 7’emîn, ciwan û jinên ciwan wê ji bajarê Heîlbronnê bi rê bikevin û xwe bigihînin ciwanên enternasyonalîst ên ji Swîsreyê bi rê ketine, li Strasbourgê li hev kom bibin û beşdarî meşa navendî bibin ku bi deh hezaran kes wê tevlî bibin.”