REÛTLÎNGEN – Dema meşa Dirêj a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO li Reûtlîngenê di roja xwe ya 4’an de despê kir, ciwanan hîna dest bi meşê nekirin, Tirkên faşîst, ku li bajarê Reûtlîngenê zedê dijîn, xwestin ciwan û jinên ciwanên kurd provoke bikin. Lê ciwan û jinên ciwanên kû tevlî meşa dirêj dibin destûr nedan wan provokasyonê û bi berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo” li meşa xwe despê kir.
Ciwan û jinên ciwan nerazîbûn nîşan dan ku alîkarî ji bo mexdûrên erdheja li Kurdistanê neçûye û banga piştevaniyê li gelê welatparêz ê li Ewropayê dijî, kirin.
Ciwan û jinên ciwan bang li xelkê ‘Herêma Tolhildan’ kir ku di salên 1970’î de koçî Ewropayê kir, ku li welêt vegere û xwedî li warê xwe derkeve. Ciwanan wiha gotin: “Eger Kurdistan bi vê rewşê, ji destê dewletên faşîst re bê hiştin, wê hemû pereyên alîkariyê biçin şer.”
Ciwan û jinên ciwan di dewama daxuyaniyê de, ev peyam da: “Ev meş ji rewşa li welêt ne qut e. Nefesa ku Rêber Apo ji 7 saliyê ve ji bo edalet û azadiyê distîne, divê êdî bibe tarzê jiyana me ciwanên Kurd.”
Ciwan wê îro nêzî 19 kîlometreyan bimeşin û wê di saetên şevê de bigihijin Tubîngenê.