MEXMÛR – Li kampa penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî li Mexmûr şeniyên welatparêz bi destpêka meha sibatê, ji bo îradêya xwe û xwasteka xwe bi azadiya Rêber APO rê bidin diyar kirin çalakiya greva birçibûnê danê despê kirin.
Ajansa me ya Nûçe Ciwan bi çalakvanên ya grûpa duyemin axifî. Heval Bawer û heval Bervan nerîna xwe anî ser ziman. Heval Berîvan Unver ji bo gelê Kurdistan ya welatparêz bangawaziyeke bi wî rengî kir: “Divê em hemû ji bo Serokatiya xwe rabîn ser lingan, divê em çi destê me tê em ji bo serokatiya xwe pêk bînin.”
Heval Bawer Uner jî bangawaziyekê kir û got: “Dagirker dijminê me hemû ya ne. Dijminê mirovatiyê ne. Em deste xwe bidin hev em dikarin wan dagirkeran têk bibin û Serokê xwe weke fîzîkî azad bikin û em ji pê rê azad bin. Serokatî azadiya me ye.”
DIVÊ GELÊ DEWR Û BER JÎ, GELÊN DIN JÎ HEMÛ BI ÇALAKIYAN DESPÊ BIKIN
Berîvan Unver nêrîna xwe bi wî awahî anî ser ziman:
“Ez Berivanim. Ez jî dewreya ya duyemin di greva birçibûne ku li Mexmûr hatiyê despê kirin tevlî dibim.
Wê greva birçîbûyinê ser esase tecrîda ku îro Îmraliyê te meşandin hate despê kirin. Gelê wargehê jî li hemberî vî tiştê bêdêng nêma yê. Ev çend sale, ev 24 sal Rêbertiya me girtiyê. Ev nezî dû salan tecrît di nava tecrîtê tê meşandin. Yanê tecrît ne bese, edî wek hevdîtin gel malbatên xwe, parezerên xwe ne hatiyê birin.
Weke gelê Kurd agahiyame ji Serokatî nîne. Ji bo wê jî her derê Kurdistanê û derveyî welat ev çalakiyên kû tên pêk anîn ji bo ev tecrîd be şikandin û xeberekê ji Serokatî be standin tên kirin. Aliyê tenduristiyê wî de be, aliyê ku em bizanibin Seroke me di çi rewşê de ye. Em dixwazin agahiyekê bistînin.
Ji seransere cîhanê hem di Kurdistanê ev tişt di nava çalakiyê de ye. Rûxmî ewqas çalakiyên ku tên pêkanîn heta niha wek cihên ku peywendîdar, wek CPT wek doxtorên sînornenas yanê kesên ku bi mafê însanan mijûldarê ev tişt heta niha ne hatiyê pêk anîn. Çend car wek CPT wek çûyina wê dere hat ragihandin. Lê piştrê jî em niha zanîn kû CPT bi Serokatî rê hevditin pêk neanî. Lê diyarê ku CPT wisa ne ku aligirê dewletê, hevkariya dewletê pêk tinê.
Yanê ev çend caran wek çalakî hat pêk anîn jî, ne belkî agahiyek hat bihîstin. Bes çalakiyan hatin sekinandin. Ama ev tene ji me re bibe wek çarbeke (2:02) wek tene bi xwe sinordar ditiyê. Em hiç behtîr neçûn ku ji bo Serokatiya xwe çalakiyên bi hêztir bikin. Yanî edî em wek gel dixwazin Serokatî nav xwe de bibînin, wek gelê Kurd edî em nav xwe wek fîzîkî azad bi hevre jiyan bikin. Lê niha jî wek çalakiya me edî gireva birçibûnê hat despê kirin, ji bo we jî bangawaziya me ji bo hemû gelê Kurd heye, ji bo hemû gelê bi şeref heye, gelê welatparêz jî heye. Divê em herkes ji bo Serokatiya xwe rabîn ser lingan, divê em çi destê me tê em ji bo Serokatiya xwe pêk bînin. Her çalakiyê ku em bikin jî dibê ser esasî wî tiştê em pêk binen.
Na tene gelê Kurd, gelê dewr û ber jî, gelên din jî divê hemû dest bi çalakiyan bikin. Yanî ew ê daxwaziya me. Ji ber ku Serokek wisa ne ku maf dayê jinê, maf dayê gelê Kurd, mesela maf dayê gelên civakê ji bo bi azad fikrê xwe jiyan bike ser wî esadî divê em jî hewl bidin ku çalakiyên xwe xurttir bixin meriyetê.”
EM DIKARIN SEROKÊ XWE JÎ RIZGAR BIKIN, EV HÊZA ME HEYE
Bawer Uner jî li ser komplo ku li ser Rêber APO tê meşandin nerîna xwe bi wî awahî anî ser ziman:
“Ez heval Bawer. Weke gruba duyemîn ya çalakiyê. Em çalakvanin. Wek tê zanin 24 sale Serokê me ji aliyê sîstema dagirker ve esîr hatiyê girtin. Avetinê çalekî mirinê de. Taybet jî di du salên dawiyê de di bin tecrîda giran kirî de ye. Hiç agahiya me jî çênabe. Têkîlî pê re çênabe, hevdîtin pê re çenabe. Ji bo em wê tecrîde bişkînin, wekê fîzîkî Serokê xwe rizgar bikin em di çalakiyê de ne. Niha wedere em dixwazin bangeke bikin:
Ji gelê Kurdistanê re, ji mirovahiyê peşketî rê, ji mirovahiyê azadîxwaz, demokrat rê dixwazin bêjin, dagirker dijminê me hemû ya ne. Dijminê mirovatiyê ne. Em destê xwe bidin hev, em dikarin wan dagirkeran têk bibin û Serokê xwe weke fizîkî azad bikin û em ji pê re azad bin. Serok azadiya me ye û girêdayê wê ez ji gelê Kurdistanê re taybet dixwazim tiştek bejim. Pir tê gotin. Yanê teoriya mexduriyeta pir bi me rê peşketiyê ê tê gotin iştê dûnya kêr û lalê û dengê me nabîhîse û hawara me nabîhîsê. Ez jî wêderê dixwazim tiştekê bejim. Heke hawarê me gihîstî bû ya û dengê me gihîstî bû ya, serokê me esîr nedigirtin. Welatê me dagir nedikirin. Heke dewleta Tirk ya dagirker cesaret dike, Seroke me dixe zindanê û bixê çalekî mirinê de ye û taybet jî di dû salên dawî de tekîliyên me qut bike, agahiyên me tine, çênebe, wê demê pirsgirekê welatparêziyê me de heye.
Lazime em weke gelê Kurdistanê, taybet ciwanên Kurdistanê herkes welatparêziya xwe de ber bi çavan derbas bike. Pirsgirek di me de ye. Ne di xelkê de ye. Ji xwe Serokê me dîl girtiyê, ji xwe tiştan destûr naye dayin. Em dikarin Serokê xwe jî rizgar bikin, ev hêza me heye. Eger em xwe rexistin bikin, em welatparêziyeke rast bikin, em hevaltiya hevalên xwe bikin, em dikarin serokê xwe jî rizgar bikin û azad jî bibin û bigîhînin serkeftinê.”
NC// Rizgar Adanmış