NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistina “Afet ve Acil Durum Yönetimi Başkanlığı” (kurt: AFAD) rêxistinek dewletî ye ji bo parastina sivîl li Tirkiyê û di sala 2009 de li Tirkiyê hate damezrandin da ku tevdîrên pêwîst ji bo rêveberiya awarte û parastina sivîl, kesên ku li Tirkiyê ji karesatan bandor bûne, li seranserê welat bigire û ji bo piştgirîkirina kesên hewcedar û beşdarî xebatên jinûveavakirinê bibin.
Niha em dibinên ev rexistineke eceba çiqas xwe rexistin kir, ji bo xwe li gorî felaketan kû di nava sinoren tirkiyê tên jiyan kirin amade kir? Eceba çiqas dikare rakê an ranakê?
PEREYÊN BAÇE ERDEHÊ LI KU YE?
Rast e, dewleta Tirk a dagirker bi salan e ji civakê pere distîne (baca erdhejê) da ku bi van pereyan pêşî li erdhejê bigire û pêşî li erdhejê bigire. Ji erdheja 1999’an û vir ve bi navê “baca veguhestina taybet” (bi tirkî: Özel İletişim Vergisi) ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve heta niha derdora 88 milyar Lîreyên Tirk (TL) (4,67 milzar dolarê) heya îro hatiye komkirin.
Lê niha ew dewlemendî li ku ye? Di dema karesata ku niha rû dide de 4,67 milyar dolar alîkarî nayê dîtin. Di şûna wê de em rêxistineke weke AFAD’ê dibînin ku ji bo felaketeke bi vê mezinbûnê ne amade ye, alîkariyê nade û dewleteke dagirker a Tirk jî di nav sînorên xwe yên dewleta xwe de qet ne amade û naxwazê jî alîkariyê bide gel.
Di van çend rojên borî de ajansa nûçeyan a Mezopotamya li ser mijara AFAD’ê gotarên balkêş belav kirin û tê de eşkere kirin ku AFAD’ê ku xwedî erkek pir giran û erkên girîng e, lê qet nikare erkên xwe bi cih bîne- Berevajî vê yekê, bi rastî tenê rêxistinek sexte ku li ser navê dewletê û ji bo berjewendiyên dewletê xizmetê dike.
AFAD ÇIQAS SAXLEM HATIYE AVAKIRIN?
Em ê wan nûçeyan ku em niha behs bikin jî binirxinen. Ji ber mijarekê giringe kû em dibînen dewleta dagirkera tirk çiqas hov û bê wijdan li hember gelê xwe dixabite.
Rojnamevanên Omer Akin û Ahmet Kanbal ji bo Mesopotamya ragihandin ku li Semsûrê ku tîmên lêgerîn û rizgarkirinê kêm in, derket holê ku peywirdarên AFAD’ê yên ku piştî 36 saetan hatin, neperwerdekiriyên ku kincên “dilxwazan” li wan hatine kirin.
Bajarê Semsûrê ku bandoreke pir mezin ji erdheja girt, tîmên rizgarkirin û lêgerînê AFAD yên karibin heq ji kavilan derkevin nehatine şandin. Giştî xebaten ku heya 36 saetan hatin kirin bi destê welatiyan hatiyê kirin.
Piştî tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên AFAD gihîştin bajarê Semsûrê, diyar bû ku tîmên wan pir kêm in û bê ekîpman in. Tîmên AFAD’ê ku daxilî nava xebatên ji bo rizgarkirina ciwanê bi navê Mert Kamer bûn, ewilî pirsîn “çenteyê alîkariya lezgîn heye gelo?” Paşê kerbetan, tevşo, falçata hwd. xwestin. Tîmên îtfaiyeyê yên ku piştî AFAD’ê hatin, ger bi hîltiyê mudaxileyî kavilan nekirana belkî Mert Kamer hê jî di bin kavilan de bûna.
TÎMÊN LÊGERÎN PERWERDE NEDITÎNE
Tîmên ku derve hatine hemû amûrên ji bo rizgarkirin û lêgerînê bi xwe anîne. Yên AFAD’ê jî ji kesên kincên “Dilxwazên AFAD’ê” lixwekirî pêk tên. Ciwanekî ku di nava wan tîmên bi navê “Dilxwazê AFAD’ê” cihê xwe girtîbû gotineke kir ku halê AFAD’ê bi her awayî dide der. Ew ciwanekî digot: “Em bi dilxwazî hatin. Me tu perwerde wernegirtiye. Ma em ne tîmên rizgarkirinê ne. Em tenê gava pêdiviya mirovan bi tiştekî hebe, alîkariya wan dikin. Em di otobusê de radizên. Ger kesek tiştekî belav bike, em jî dixwin. Lê wan hesabê her tiştî kiriye. Gava hûn tiştên ku ew dixwin bibînin…”
LI DÎLOK AVAHIYEKE KU XESAR NEDÎTIBE TUNE YE – GEL BI XWE BIRÎNDARAN JI BINÊ KAVIL DERDIXE
Alî ditîr li bajarê Dîlok ajansê mesopotamya yê jî li ser rewşa AFAD çend tiştan parvê kirî bû. Rojnamêvan Mujdat Can di nûçeya xwe di diyar kir ku, wezîfedarê AFAD ku li navçeya Nûragiyê xebatên rizgarkirinê didomînin hedî birêvebirin û cenazeyan bi kamyona hafriyatê dikişînen.
Li navçeya Nûrdagiya Dîlokê ku bi ser 40 hezar nifûsa wê heye re hema bêje avahiyek ku xesar nedîtibe tune ye. Pir û viyadukên li Nûrdaghiyê xesarên mezin dîtine. Her çiqas tîmên rizgarkirinê hatibin navçeyê jî lê tiştek ewil tê pêş çavan dîmenên karesatê ye.
Mujad Can ragihand ku, welatiyêke bi navê Hasan Ozpinar ku 15 saet şûnve bi birîndarî ji binê kavil hat derxistin û lawek wî di bin kavil de jiyana xwe ji dest da got: “Ez bi xêra xalê xwe ji bin kavil derketim. AFAD û mafad tune bû.”
BI HEZARAN CENAZE BI KAMYONAN BIRIN – LÊ HETA KU DERÊ?
Welatiyêke din bi navê Veysî Gonul jî li taxa Ataturkê li ber kavilê avahiyekê sekinî ye ji Stenbolê bi hawara xizmên xwe hatiye û destnîşan dike ku cenazeyên tên derxistin bêxwedî ne û tevî hişyariyên wan jî kes li wan û cenazeyan xwedî derneket. Gonul banga piştevanî û alîkariyê kir. Gonul anî ziman ku rewş gelek dijwar heye û ew bi derfetên xwe cenazeyên xwe derdixin û mirov di rewşek şerpeze de ne.
Li vir ji xebatkarên dilxway yên tîmên AFAD dixebitin. Yek ji wanê kû nexwest rojnamewane Mujad Can dengê û dîmena we bigire diyar kir ku rewş li navçeyê gelek xerab e û wiha got: “UMKE’yê dibistana li kêleka petrola OPET’ê ku ez navê wê nizanim veguherandiye morgê. Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê nayên navçeyê. Cenazeyên me derxistin, me bi kamyonên hafriyatê veguhezandin. Me bi kamyonê cenaze bir, wek din wê çi bibe. Kon nayên herêmê. Bi sedan cenaze hatin derxistin, dibe ku hejmara miriyan bigihîje bi hezaran. Hê jî mirov di bin kavilan de ne. Xebat pir hêdî ye. Li navçeyê xaniyek ku xesar nedîtibe tune ye. Heke wisa bi rêve biçe dê heta du salan ancax xebata li ser kavilan temam bibe.”
MALZEMEYÊN RADESTKIRÎ TÊN FIROTIN
Di demê dawî de Mesopotamya ajans disa bal li ser AFAD ki şandibû û agahiyên xelkên herema Amedê parvê kir û gotin AFAD malzemeyên radestkirî difiroşe.
Ozan Serhat û Merve Nazlîcan ên li konên li Sûmerparka navçeya Yenîşehîra Amedê bi dildarî dixebitin, diyar kirin ku malzemeyên ku ji bo mexdûrên erdhejê bên belavkirin radestî noqteya AFAD’ê kirine, hatine firotin.