SINÊ – Duh li gundê Nenele yê bajarê Sineyê gelek welatiyan li dijî destgîrkirina 2 melayên bi navên Îbrahîm Kerîmî û Luqman Emînî ku piştgirî dabû xwepêşandanan, çalakî li dar xistin. Her wiha şeva borî li Sineyê welatiyan li ser ban û şaneşînên xwe bi dirûşman nerazîbûna xwe ya li dijî kiryarên rejima Îranê nîşan da.
Bi nêzîkbûna salvegera Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî rêber Abdullah Ocalan re, çalakiyên li dijî komployê jî tên lidarxistin. Divê çarçoveyê de li hin bajarên Rojhilatê Kurdistanê ciwanan komplo şermezar kir. Di rojên borî de jî dayikên aştiyê bi çalakiyên cuda Komploya Navneteweyî şermezar kiribû.
Her wiha Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di roja xwe ya 148’an de didome.
Li bajarê Zahîdan a navenda parêzgeha Belûçistanê jî duh piştî nimêja înê gel daket kolanan û dirûşmên li dijî desthilata Îranê berz kirin. Her wiha di xwepêşandanê de hevxemiya xwe ya bi mexdûrên erdheja li Bakurê Kurdistanê û Suriyeyê re jî nîşan dan.