NAVENDA NÛÇEYAN – Bêguman dahûrandinên di derbarê mirovên Kurd de tên kirin bi qasî li rojaneya kapîtalîzmê ne, di heman demê de li hemberî mirovên ji dîrok û axa xwe biyanî bûne jî. Di vê hêlê de bi qasî dahûrandin radîqalin, bi qasî ku mirovên xwe diafirîne, bi giştî hinek taybetmendiyên mirov ên gerdûnî jî şênber dike. Weke çawa ku di felsefe û hemû olan de heye, li vir jî em rûbirûyê hinek rastiyanin. Her çawa ku rastiya Kurdistanê ji aliyê hemû dinyayê ve hatibe jibîrkirin û bi awayekî xweser ti peywendiya wê bi rastiya gerdûnî ve neyê dîtin jî; ger hinekê jî bi cewheriya wê bê mêzekirin wê bê dîtin ku tişta pêkhatiye gerdûnbûne. Ger ev xak dergûşa mirovahiyê be, mirovê ji vê dergûşê ewqasî qut bûye, nirxên wê teqdîr nake dûrî rastiya gerdûnbûnê ye û dîsa wê bê fêmkirin ku mirovên ji nû ve di vê dergûşê de mezin dibe bêtir nêzî rastiya gûrdûnbûnê ne. Her çiqasî li gorî pîvanên rojaneyî weke hoveber bê dîtin jî, tişta tê hişînkirin biqasî mirovên gerdûnê yê berbanga dîroka mirovahî ger veguheze têgihiştina gerdûnî, ewqasî hemû rêgezên jiyanî xwediyê nirxa moralê ye jî. Tişta tê hedefkirin ev tişte, ger di şerê Kurdistanê de ev kesayet serkeftinê dest bixe, bêguman wê bi xwe re bi qasî vê rastiyê bandoreke gerdûnî jî ava bike. Vê xakê di dîrokê de gelek rê li pêşiya van tiştan vekiriye, ji bona careke din jî rê veke ti sedemek dijber nîne.
Weke encam di pêkanîna Rêbertiyê de têgihiştina bingeh a bê zanîn eve; teqez wê tu yê mîna berê jiyan nekî!
Lê tişta weke nûjen tê gotin ango mirovî ye, tişta xweser û ger tu li gorî ya azad bixwazî jiyan bikî, bi zanebûna ku ev bi şer tê tayînkirin tê wate bidî xwe.
Tu dixwazî bihizirî, divê tu di nav şerê pêkanîna Rêbertiyê de bî.
Tu dixwazî bibihîzî, tu dixwazî hez bikî, tu dixwazî evîndar bî, tu dixwazî fermandarek mezin bî?
Bersiva tu bidî van hemû pirsan, dîsa bersiva tu bibînî û bigrî, esas girtina pêkanîneke wisa ye. Tişta em li vir dibêjin afirandina mirov a xwe ye, di kesayeta mirovekî de tişta bi rastî bê jiyankirin derdikeve holê. Ji ber vê jî divê tu hemû jiyana xwe ya kevin deynî ser mêzeya emeliyatê, ger bi jan jî be tê nexweşiyên xwe bibînî û dema pêwist bike tê hinek cihên xwe bavêjî, tê xwê bikî, derman bikî, gengaz e ku bi awayekî tendurist ew alî jîndar derbikevin. Tişta pêwist jiyan bike. Dîsa bi vegotinek cuda em ji kes, malbat, têkiliyên jin û zilam ku bi tevahî li ser nirx û moralên nûjen înşakirinê bigirin, heta dewletbûneke mezin, ji hemû polîtîkayên hundur û derve, ji nirxên civakî ên moralê, heta aliyên wê yên aborî, di mijara Rêbertiyê de şerekî gelek mezin pêk tê. Ti wateya seranser û teng mêzekirinê nîne. Ev bi qasî vîneke şahane û hêstan barkiriye, di heman demê de bi têrbûnek ramanê pêktê. Di heman demê de bi qasî bi deheya leşkerî pêktê, bi watedayîna hemû ziraviyên siyasî û rêxistinî jî pêktê. Dibe ku di asteke bi qasî di ti şerî û kesayetên Rêbertiyê de neyê beramberî hev, bi armancên şer ên mezin, şêwaz û tempoyê pêktê. Meydaneke wisa ya Egîdî ye. Kesên bixwazin li vê meydanê encam bigirin, divê wate bidin şer û şêwaza wê jî. Ger ne wisa be wê xwe bişewitînin.
Ev xusûsên bi pêkanînek bi sînor ve me derxistin holê, bi pêşketina şerê me, dîsa kêm-zêde bi bersivên em bidin pirsa çawa bê jiyankirin, di dorfirehiya pêşketina civakî de em ê nîşanî dijmin, gel û hemû mirovahiyê bikin. Di vê mijarê de ti carî bawerî û moral kêm nebû. Metirsiya me li ser şêwazê serkeftin, rê û rêbazê bû, di vê de jî pisporî pêşdikeve. Her wiha êdî hebûn û nebûna fîzîkî pir negirîng e. Li ser pêşketinên derketine holê bi nirxandinek ji rêzê jî, ji bona nemezinbûn û neserkeftinê jî ti sedem nemaye.
Hemû tişt ji hemû deman bêtir şansê serkeftin û jiyanê dide.
Gulan 1997
RÊBER APO