MEXMÛR – Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) di pêşengtîya Tevgera Ciwanên Mexmûrê û Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê li hemberî Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ku li ser Rêber Apo hate meşandin, meşek meşaleyî hate lidar xistin. Meş li ber avahîya Saziya Malbatên Şehîdan destpê kir. Di meşê de pankarta ‘Ciwan Fedeyî Rêber APO ne’ û bi sedan meşale hatin hildan, ciwanan bi hêrs û berterkên xwe dirûşmeyên ‘Kes Nikare Roja Me Tarî Bike’, ‘Bimre Îxanet’ û ‘Bijî Serok APO’ meşiyan. Meşa ciwanên Mexmûrê dewreyek di nava wargehê de avatin û li Parka Rêber APO daxuyanî dan.
Daxuyanî bi bi deqeyek rêz di şexsê tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê de hat girtin. Piştî rêzgirtinê lî ser navê Tevgera Cîwan û Jînên cîwan ên Mexmurê Çîğdem Oren daxuyanî xwend.
Rêber APO ne kes e, Rêber APO temsîliyeta tevahî gelên bindest e
Daxuyanî Wîhaye:
“Em wek Tevgera Ciwanên Maxmûr û Tevgera Jinên Ciwan ên Maxmûre di serî de hemû şehîdên di pêngava ‘Kes nikare Roja me tarî bike’ ku bi agirê bedena xwe plan û konsepta komplogeran vala derxistin bi rezdarî bi bîr tînin, bejna xwe li ber wan ditewînin. Di heman demê di şexsê şehîd Soro Gabar de hemû Şehîdên ku Li Qaden Parastina Medya bi fedayiyane şer kirin û canê xwe ji bo azadî feda kirin bi bîr tînin û em soz didin ku emê bîranina wan bi tekoşina xwe bidîn jiyankirin.
Weke tê zanîn em dikevîn sala 25’emîn ya komploya navnetewî ku em wek ‘Roja Reş’ bi nav dikin. Rêber Apo bi tekoşîna xwe ve Gelê Kurd ku bibûn qurbanê êrîşên dewleta Tirk ji xewa mirinê şîyar kir û bi avakirina Tevgera Azadiyê xeta tekoşîne ji nû ve avakir. Rastîya dijmin derxist holê û bi fikir û felsefeya xwe ve di serî de ji bo Jina Kurd û hemû Jinên cîhanê re bu hêza hêvî yê. Ji ber vê jî hêzên emperyalist ji tirsa serkeftina gelên azadixwaz ji bo bikaribin berjewendiyên xwe biparêzin û emrê xwe dirêj bikin di şexsê Rêber Apo de Tevgera me ya Azadiyê, gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn kirin hedef. Bi hevkarî û politîkaya xwe yên qirêj roja 15 Sibatê 1999’an de bi avayekî bê huquqî Rêber APO dîlgirtin. Lê Rêber APO bi tekoşînekê mezin armanca hêzên dij-şoreş vala derxist. Disa berxwedanî û hêrs a gelê Kurd bi tekoşîna Tevgera Azadîyê bi taybet bi tekoşîna jinên Kurdistanê nîşan dan ku Rêber APO ne kes e, Rêber APO temsîliyeta tevahî gelên bindest e.
Em ji wek Ciwanên Mexmûrê em dibejîn ku heya yek ciwanek Kurd jî hebe wê xwedî li Reber APO derkeve. Emê di ve pêvajoya hebun û tunebunê de bi ruhê APO’yî li hemberî hemû êrîşên dewleta faşîst berxwedanîya xwe bilind bikin û weke Rêber APO dibêje ‘Me bi ciwantî destpêkir, emê bi ciwantî ser bikevin’. Li ser ve esasî em bang li hemû Ciwan, Jinên Ciwan û tevahî Gelê Kurd dikin ku “ Dem Dema Azadîya Fîzîkî ya Rêber APO ye.” Bi rol û misyona ku dikeve ser milê me di xeta fedayiyan ve faşîzmê û xîyanetê hilweşînin û teqez serkeftinê bi dest bixîn.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Kes Nikare Roja Me Tarî Bike’, ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.