QAMIŞLO- Îro li bajarê Qamişloyê di bin dirûşma “Kes Nikare Roja me Tarî Bike” li Navenda Ciwanan ya bajarê Qamişloyê pêşengehek ji aliye Desteya Ciwan û Werzîşê hat dar xisten. Her wiha Saziyan cur be cur, wek Malbatên şehîdan, TEV-DEM, PYD’ê, Kongra Star, ji tevlî pêşengehê bûn.
Pêşengeha bi deqeyeke rêzgirtin ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşa kurdistanê destpêkir. Di pêşengehê de pirtûken û wêneyên Rêber APO ku bi destan hatibûn xêzkirin hatin pêşkêşkirin. Her wiha salon bi sloganên ‘’Ciwan fedayî Rêber Apo ne’’, ‘’Dem dema azadiyê ye’’ û “Bê Serok jiyan nabe” hat xemilandin.
Derbarê Komploya Navnetewî ya ku di sala 1999’an de li ser Rêber APO bi pêşketî, sinevizyonek pêşkêş kirin. Piştî ku sinevizyon temaşe hat kirin, pirtûkên Rêber APO li hatin belav kirin.
Pêşengeha bi dirûşmeya, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bimre komploya 15’ê Sibatê” bi dawî bû.