NAVENDA NÛÇEYAN – Bîlançoya Qurbaniyên Erdheja 6 Sibatê , li Rojava Bakur Sûriyeyê li herêmên dagirkirî gihaşt 3 hezar û 587 kesan ku jiyana xwe ji dest danê û 12 hezar û 400 kesan ku birîndar bûne. Bi sedan malbat hîna di bin enqazan de ne, ji lew re dibe ku bîlnaço girantir bibe.
Tevî dijwariya vê felaketa mirovî, hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker nahişt alîkariyên mirovî yên ku Rêveberiya Xweser amade kirine, derbasî herêmên erdhejê yên Sûriyeyê bibin. Lê piştî Rêveberiya Xweser demek berê ragihandibû ku ew hemû dergehan ji bo gihandina alîkariyan ji mexdûrên erdhejê yên li herêmên Sûriyeyê re, vedikin, rêya deriyê Um Cilûd hatiyê vekerin û beşa yekemîn ji 53 kamyon û erebeyan û beşa duyemîn ji 66 kamyonen alîkariyên xêraxwaziyê hatin derbaskirin.
Ew alîkarî ji bajarên Minbic, Reqa û Dêrazorê hatibûn komkirin. Tê de çadir, derman, madeyên xwarinê, cil û hin madeyên dîtir hebûn. Li ser kamyonan pankartên “Deriyan vekin”, “Bila siyaset bêdeng be û mirovahî biaxive”, “Bakurê Sûriyê xilas bikin”, “Hemleya yek beden xelkê me li bakurê Sûriyê hûn di dilê me de ne” hatin daliqandin.
Heta niha hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker alîkariyên ku ji bo mexdûrên erdhejê têne şandin, didizin. Di hin dîmenan de xuya dibe ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker alîkariyên ku ji şêniyên navçeya Cindirêsê re hatine şandin, ji depoyeke li ser rêya Racoyê didizin. Li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de, alîkariyên ku Erebistana Siûdî û Îmaratê ji bo mexdûrên erdhejê şandine, tên firotin.
Di vê rewşê de, pêwîstiya mexdûrên erdhejê yên li herêmên cuda yên Sûriyeyê bi alîkariyên mirovî heye. Lê yek ji aliyên erênî yên vê karesatê ew e ku yên welatparêzî îdia dikirin, rastiya wan derket holê. Kî bi rastî bi berjewendiya gelê Sûriyeyê difikire, kî yekitiya gel dixwaze jî eşkere bû. Alîkariyên Rêveberiya Xweser- ku nakokiyên siyasî danîn aliyekî- jî mînaka herî mezin e.
Her wiha Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî du rojan ji erdheja li Bakurê Kurdistanê-Tirkiyeyê û herêmên bakur rojavayê Sûriyeyê çêbûye, ji bo alîkariya mexdûran ên li Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, herêmên di bin serweriya Şamê de û herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, kampanyayeke alîkariyan da destpêkirin.