KOBANÊ- Meşa Dirêj a bi pêşengiya ciwanan doh li Kobanê destpê kir, bi beşdariya bi dehan ciwanan dewam dike. Meş di roja duyemîn de ye. Ciwanan ji gundê Til Xezalê dest bi meşê kirin û wê heta gundê Şêranê bimeşin.
Di roja dawî de jî ciwan wê ji gundê Şêranê ber bi Kobanê ve bimeşin û bi xwepêşandanekê dawî li meşê bînin.