REQA- Çalakiya kon a Yekîtiya Jinên Ciwan a Reqayê li dijî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li ser Rêber Apo hatibû destpêkirin û dîl girtin, li pêşiya Meclîsa Giştî ya Reqa dabû destpêkirin, bi dawî bû.
Ciwanan bi dirûşma ‘Ciwan Fedayê Rêber Apo ne’ kon danîn û pêşangehek ji wêneyên Rêber Apo li qadê vekirin.
Endamên saziyan û welatiyên herêmê serdana kon kirin.
Li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de bal kişand ser hêzên komploger ên komplo pêk anîn û got: “Ew negihiştin armancên xwe.”
Heta diyarkirin ku heta ciwan bigihêjin azadiya Rêber Apo wê çalakiyên xwe dewam bikin.