Navenda Nûçeyan – Ciwanên şoreşger îro bi boneya salvegera komploya navdewletî ya li ser Rêber Apo û gelê Kurd bangewazî kirin. Li bajarê jîna Emînî ku navê vî bûye sembola şoreşa jinê jiyan azadiyê ye, jineke ciwan li seqiz bang li hemû ciwanan kir.
Bi boneya salvegera komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelan Rêber Apo, duh li Rojhilatê Kurdistanê ji bo şermezarkirina komplo çalakiyên cuda hatin lidarxistin.
Hêjmarek ciwanên Apoyî jî li Banê û hejmarek jinên ciwan ên Apoyî li Sine komplo û zext û tecrîda giran li ser Rêber Apo şermezar kirin.
Hêjmarek jin li bajarê Sinê komploya nawdewletî ya li ser Rêber Apo şermezar kirin û gotin ku pirsgirêka Rêber Apo ne pirsgirêka kes an partiyek e, pirsgirêka gelê Kurd, pîroziya Kurdistanê ye, felsefeya jiyana azad e.
“Em weke jinên Kurd dikarin li ser bingeha felsefeya Rêber Apo û ezmûna têkoşîna jinên Kurd maf û azadiyên xwe rewa bikin û bi projeya neteweya demokratîk ku projeya Rêber Apo ye, vejîna Rojhilata Navîn pêk bînin.
Her wiha ciwanên Apoyî yên li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo şermezar kirin û bang li gelê Kurd kirin ku li hemberî komployê berpirsyariya xwe ya dîrokî bi cih bînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin û têkoşînê geş bikin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku serhildana jinan, jiyan û azadiyê ya îsal a li Rojhilatê Kurdistanê, rastiya ku dijminên gelê Kurd nekariye rê li ber fikrên Rêber Apo bigire, zêdetir îspat kiriye.
Komploya navneteweyî ya herî mezin a dîrokê ya li dijî Rêber Apo, ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de bi revandina wî ya li Kenyayê û radestkirina Tirkiyeyê bi dawî bû. Îro 25’emîn salvegera komploya navneteweyî ye.
N.C// Derwêş Tolhildan