MEXMÛR – Bi boneya şermezarkirina 15’ê Sibatê îro li Wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî de meşek hate lidarxistin. Meş bi tevlibûyîna girseyek mezin pêk hat. Gelê Mexmur bi hêrsa hember komployê ji ber saziya malbatê şehîdan heya avahiya NY meşiyan û komplo bi dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe”, “15’e Sibat Rûreşiya dewletîye” komplo şermezar kirin. Dîsa di meşê de posterên wêneya Rêber Apo, pankartên “Bê Serok jîyan nabe”, “Dema Dema Azadiye” hatin hildan.
Piştre meş veguherî mîtîng û deqeyek rêzgirtin di şexsê tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê de hat girtin. Piştî rêzgirtinê Rêveberiya Meclisa Gel Bêrîvan Akkaya axivî. Bêrîvan Akkaya despêkê axaftina xwe da salvegera komplo û hêzên komploger şermezar kîr, dîyar kîr ku yê ku herî zêde êşa dîl girtina Rêberti dikşîne gelê wargehê ye. Bêrîvan Akkaya berdewamiya axatina xwe da cîh da wan gotinan “Em pir şahnazin ku bi Rêber Apo re ne. Em kêlî kêlî xwe nav vê berxwedanî de dibinin, ji ber em bi hêzin dijmin ji sekna me ditirse. Pêwiste em agirê bedena fedaiyan geştir bikin bigîhinin serkeftinê. Em Rêberî xwe bi fiziki azad bikin, bangê me hemû cihanêye em derdora fikir û felsefeya Rêber APO de bibin xelek û bigihinin azadi û serkeftine.”