ŞEHBA- Bi deh hezaran koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê bi dirûşma “Êdî bes e tecrîd, înkar û îxanet, dem dema azadî û hilweşandina Komploya 15′ê Sibatê ye” meşeke girseyî li Şehbayê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo şermezar kir.
Meş ji têketina Fafînê ber bi qada Dibistana Ajokariyê ve kete rê. Şêniyan wêneyên Rêber Apo û pankartên “Dem dema azadiyê ye” hildan
Li qadê, li dengê Rêber Apo hate guhdarkirin. Dûre endama Meclisa Giştî ya PYD′ê Zelal Ceger axivî û Komploya Navneteweyî şermezar kir. Zelalê bang kir ku divê hemû gel beşdarî têkoşîna li dijî tecrîdê bibe û pabendî fikir û felsefeya jiyan û vîna azad a Rêber Apo bin û asta berxwedan û têkoşînê bilind bikin.
Zelal Ceger diyar kir ku bi hezaran şervanên azadiyê yên li 4 parçeyên Kurdistanê û Ewropayê di oxira azadiyê de tê dikoşin û got: “Tu kes nikare roja me tarî bike û me ji Rêber Apo bi dûr bixe.”
Zelal Ceger destnîşan kir ku koçberên Efrîn û şêniyên Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ruxmî hemû rewşên dijwar dewam dike û piştrast kir ku azadiya Rêber Apo garantiya rizgarkirina Efrîn û hemû herêmên dagirkirî ye û got: “Dê sala 2023 bibe sala azadiya Rêber Apo, rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.”
Meş bi dirûşma silavkirina berxwedana Rêber Apo û şermezarkirina komployê bi dawî bû.