Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Mihyedîn Dolaş: Em ê bi şev û roj hemû hêza xwe seferber bikin

Heyva Sor ku 30 sal in ji bo Kurdistanê xebatên alikariyê dimeşîne, ji roja yekem a erdhejê de ket nav tevgerê û hewl da gelên erdhejê bandor bûne birînên wan bipêçe. Wek Ajansa Nûçe Ciwan li ser xebatên Heyva Sor me bi Mihyedîn Dolaş re hevpeyvînek çê kir.

Edîtor: Nucan Serdoz
16/02/2023 - 9:26
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Hevpeyvîn, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
Mihyedîn Dolaş: Em ê bi şev û roj hemû hêza xwe seferber bikin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Di encama erdheja navenda wê Mereş û Bazarcix ê di 6’ê Sibatê bi pileya 7.8 pêkhat li Mereş û bajarên derdorê bi wêraneke mezin rû bi rû ma. Di encama erdhejê de avahiyên xera bûyî yên beriya û piştî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bû sedama hilweşandin û bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest bide. Her çiqas tê gotin ku li gorî daneyên fermî 30 hezar e jî lê hin çavkanî diyar dikin ku windahî 100 hezarî derbas kiriye.

Dewleta Tirk a faşist pereyê ku ji bo karesetek xwezayî ji gel girtiye ji butçeya şer re cuda kirye, di dema erdhejê de pêdiviyên bingehîn û heta saziya AFAD’ê jî ku divê di vî warî de tevbigere çiqas bê feyde ye ji hela hemû raya giştî hat dîtin. Gelê ku bi rojan li kolanan di nava sermayê de di sekinîn serî hilda. Yê ku bezîyan alikariy gel rêxistinên gel û saziyên din ên mûxalîf bû. Heyva Sor ku 30 sal in ji bo Kurdistanê xebatên alikariyê dimeşîne, ji roja yekem a erdhejê de ket nav tevgerê û hewl da gelên erdhejê bandor bûne birînên wan bipêçe.
Wek Ajansa Nûçe Ciwan li ser xebatên Heyva Sor me bi Mihyedîn Dolaş re hevpeyvînek çê kir.

Hûn dikarin xwe bi kurtasî bidin nasîn?
Di serî de ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane rehmetê dixwazim, ji birîndarên erdhejê re sersaxiyê dixwazim, ji nexweşan re jî şîfayê dixwazim. Navê min Mihyedîn Dolaş e, ez xebatên xwe saziya ku niha tê naskirin de dikim.

Heyva Sor bi salan e li Kurdistanê herêmên bi qeyran re dixebite. Hûn dikarin Heyva Sor bidin nasîn, peywira wê çi ye û ji kengî ve xebat dike?
Heyva Sor di sala 1993 an de li Elmanya bajarê Bochum ê hatiye damezirandin. Bi ked û hewldana hevalên me yên birîndarên şer hate avakirin. Ji wê demê û vir ve di asta biçûk de destpêkir û piştre hema hema li her derê Ewropayê xebatên xwe dimeşîne, berdewam dike û hêdî hêdî sazî dibe. Hîn wê demê bi temamî sazî ne bibû. Di astekê de kêmasî û nebesî hebûn. Niha jî wisa ye. Lê bi endamên saziyê hêdî hêdî dibe sazî.

Ji ber erdheja ku di 6’ê Sibatê de pêk hat, niha li Sûrî, Tirkî – Kurdistanê karesateke mirovî tê jiyîn. Hûn rewşa li qadê çawa dinirxînin?
Rewşa li qadê dil di êşîne. Em qêrîna mirovan dibihîzin, li Ewropayê jî devê me tê dilê me. Taybet di vê mijarê de dewleta Tirk a faşîst bêdeng dimîne û rojên destpêkê xwe cih jî nelivand. Gel bi ked, hewl û derfetên xwe hewl da xwe bigihîne gelê di bin xirbeyan de. Dewlet bi xwe jî li hemberî vê mijarê xemsar e. Di vê mijarê de rexneyan jî qebûl nake. Heqaretên herî giran jî li rexnegiran dikin. Ev hovîtî hê jî didome. Hîn bi hezaran kes di bin xirbeyan de ne. Li aliyê din dewlet bi kêmkirina reqeman bîlançoya rastîn vedişêre. Hewl dide bîlançoya erdhejê weke ku di asteke pir kêm de ye nîşan didin. Lê erdhejek pir bi bandor çêbû û nêzî 200 hezar kes di bin xirbeyan de man. Lê bîlançoya xwe wek 30 hezarî didin. Bi îhtîmaleke mezin, yên mayî jî wê mirî derkevin.

Heyva Sor ji bo mexdûrên erdhejê li ku û çawa dixebite? Heyva Sor li qadan çi rol dilîze?
Weke Heyva Sor ji roja ewil em ketin nava tevgerê. Hemû derfetan seferber kir. Hemû xebatkarên me niha jî di nava tevgerê de ne. Hewl didin alîkariyê bigihînin cihê gelê me lê ye. Ne tenê Heyva Sor, hemû welatparêz, hemû meclîs, her kes seferber bûne. Di gel û xebatkarên me de rihek mezin ê seferberiyê hebû. Kî çi ji destê wan tê hewl dide bike. Cara yekeme gel bi tena serê xwe, bê rêxistin dikevin tevgerê. Bi xwe alîkariyê kom dikin û ji Heyva Sor re dihêlin. Ev jî nîşan dide ku hişyariyek çewa gelê me de heye derdıxe holê.

Saziyên dewletê li qadê rolek çewa dilîzin? Ew çiqas xebat dikin?
Min di serî de jî dîyar kir, hikûmet bêhtir rewşek temaşevanê de ye. 3-4 rojan qet nelivî jî, temaşevan ma, gel terkî mirinê kir. Bi vî awayî berdewam dike. Vê yekê bi şêwazek zanebûn dike. qaşo bi navê AFAD saziyek heye. Lê ev sazî ne rayeder û bi bandor e. Ji ber ku dewlet hemû aboriya xwe radizîne şer. Ji ber ku ji şer re radizîne, saziyên din ên mirovahî pêşnakevin û mezin nabin. Di şer de ye, di vî şerî de bi aboriya xwe ya heyî nikare pêşwazî bike. Dixwaze kesên rizgar bûne jî welat terk bikin. Heya Elmanya ji gel re got 3 mehan dikarin werin. Ev nêzîkatiya valakirina Kurdistanê ye.

Heyva Sor ji bo mexdûrên erdhejê kampanya alîkariyê da destpêkirin, gel çawa dikarin beşdar bibin? Çi hewce ye?
Di vê mijarê de me berê jî pir daxuyanî da. Hevalên me bi rêya çapemeniyê hewldan ji raya giştî re bidin zanîn. Em bêhtir alîkariya aborî, diravî kom dikin. Erê, hewcedariyê gel her tiştî heye. Lê ji vir şandin pir zehmet e. Em bişînin jî, dewlet dest dayni ser, an jî navê AFAD’ê lê dixe û wisa dikin wek ku wan şandiye. Di vê wateyê de, ev ne pir tendurist e. Em alîkariya aborî kom dikin bi vê şêwazî em saxlem dişînin. Zaten li ser mirovan tenê perçeyek cil maye. Ji ber vê yekê hewcedariya wan bi xwarin, vexwarin, cil û bergan heye. Gel niha li derve ne û ji serma dicemidin. Ji ber vê yekê her tişt hewce ye. Em jî alîkariyên diravî kom dikin. Gelê me di vê mijarê de hişyare. Mirov alîkariyê dikin. Em jî wek sazî xebatên xwe bidomînin. Em ê bêyî ku bêjin şev û roj hemû hêza xwe seferber bikin. Hemû xebatkarên me jî seferber bûne. Em hewl didin bi hemû hêza xwe alîkariyan bigihînin mexdûrên erdhejê. Em di wê baweriyê de ne kuhişyarbûna gelê me wê di pêşerojê de jî bidome.

 

NC // Seher Deniz

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên Şoreşger ên Mehabadê: Kes nikare roja me tarî bike

Nivîsa Pêş

Boruya Hiqûqê ya Sesalê: Pergala tecrîdê ya Îmraliyê nikare bê dewamkirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Şerê li Rojhilata Navîn çawa dikare çareser bibe ?

Boruya Hiqûqê ya Sesalê: Pergala tecrîdê ya Îmraliyê nikare bê dewamkirin

Li Marsîlyayê Kurd û dostên wan li dijî 15’ê Sibatê daketin qadan

Li Marsîlyayê Kurd û dostên wan li dijî 15’ê Sibatê daketin qadan

Manşet

  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Koordînasyona Komalên Ciwan banga ‘vegera li welat’ li ciwanan kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.