NAVENDA NÛÇEYAN – Dewlet ji alî ewlekariyê ve li hemû pirsgirêkên civakî dinere. Hêja ye, û wê bi kêr were ku em di bin sernavê ‘Tirk û dewlet’ de nîşan bidin ka heta îro ev rewş çawa hatine. Ji dema Tirk ji Asya Navîn derketine baş dizanin ku tenê dikarin xwe bi şer biparêzin. Jixwe di navbera xwe de jî timî şerekî qebîleyan meşandine. Her gava ber bi Rojhilata Navîn ve diavêjin diyar e bêyî li dost û dijminekî rast neyên û şer nekin, ne dikarin pêş de û ne jî dikarin paşde vegerin. Her bûyer qanûnên şer diyar dikin. Bêyî şer dewama hebûnê muhtemel xuya nake. Ji ber ku Rojhilata Navîn ji Sumeran ve yek ji wan deveran e ku bi şer û îqtîdarê hatiye meşandin. Ji bo serdestiya li ser her bostek axê pêdivî bi şer û îqtîdarê heye. Dema qebîleyên Tirk nû têne herêmê, ev qanûn hînê jî bi dijwarî dimeşe. Belavbûna bi şer a Selçûkiyan ji awayê berê yên qebîleyên civakî yên koçber ên teng cudatir e. Bi Selçûkiyan re qebîleyên Tirk êdî bi awayekî dewletbûyî pêş de diçin. Ev pêş de çûyîna wan wek ponijîneke siyasî û eskerî ji bajarê Mervê heta Keleha Zîgetvar a Macaristanê wer dewam dike. Paşve gavavêtina wan jî bihost bi bihost bi şer bûye. Ji dorgirtina duyemîn li Wîyanayê heta şerê Balkanan ê Duyemîn di xwe vekişandinê de timî qanûnên şer li dar bûn. Tirk ne tenê civaka xwe ya hundur, her weha komên di bin destên xwe de jî bi otorîteya eskerî rê ve dibin. Hêza siyasî pêş neketiye. Sultan bi xwe di warê eskerî de di pozîsyona împarator de ye. Bi fermanên rojane civak û dewletê rê ve dibe.
Di dema komarê de eskeriye pêşengtiya sereke dike. Çawa ku komar bi şer hat avakirin, pişt re hemû sazîbûyînên bingehîn ên civakî û siyasî di bin kontrola nêz a eskeriyê de hatin damezrandin. Ev yek dibe ku li cem welat, qewm û netewekî din cudatir be, lê di têkiliyên Tirk û dewletê de ev rastî xwedî roleke serdest e. Wek qewm û netew dewletparêzî mîna ku di genên Tirkan de hatibe neqişandin cih girtiye. Dewletparêzî ne tenê ji bo çînên dewletê her tişt e, ji bo her beşê civakê jî bêyî dewletê nabe. Çawa bê Xwedê nabe, bê dewlet jî nabe. Dewlet çiqas bi hêz û dijwar be, ew çend jî xwe di nav ewlehî û starê de his dikin. Qelsî û hilweşîna dewletê ji bo wan tê maneya îmha û mirinê. Rast e, helwesteke nepixandî ye, lê sedemên civakî dîrokî ev yek ferz kirine. Desthilatdariyê di nava xwe de bi dest naxin, ji destê yên din vedigirin, lewra çûyîna desthilatdariyê jî wê destên din ve bibe. Bi vê sedemê her cure mirin û îmha dikare pişt re were. Mirov vê têkiliyê ji bo Tirkan dikare wek rastiyeke dîrokî ya diyalektîkî destnîşan bike û bi van sedeman jî tê fêmkirin.
Komar hem li ser vê çandê hatiye damezrandin, hem jî bi sedema li dijî ‘heft duwelan’ şer kiriye û hatiye avakirin, ji bo xwe û civakê mijara ewlekariyê timî di rêza pêşîn de dîtiye. Li cem civakên Rojava rewş pir cuda pêş dikeve. Gelek koman hebûna xwe ne ku bi şer, bi helwesta xwe ya li dij bloka şer-îqtîdarê pêş de birine. Timî hewl dane bloka şer-îqtîdarê dorteng bikin. Ev çand hînê bi hêsayî rê li ber demokrasî û civaka sivîl vedike. Li rêza pêş cih dide mafê mirovan. Lê dîsa jî di têkiliyên civakî de kevneşopiya îqtîdarê û şer diyarker in. Cudabûn di warê têgihîştina felsefî û zêdebûnê de ye. Li cem Tirkan dewlet hem pir zêde heye û hem jî bi şîroveyên herî pîroz ên dînî û felsefî dijî. Ji lewra her tevgera were maneya bi sînorkirina dewletê wek civaka sivîl, mafê mirovan û heta huqûqê gerdûnî û rêzikên siyasetê mîna gefên li dijî ewlekariya dewletê têne fêmkirin. Di cewher de hînê jî bi demokrasiyê bawer nînin, ditirsin dewletê qels bike û hilweşîne. Ji sala 1945’ê ve lîstika demokrasiyê ya bi du partiyên olîgarşîk ve tê meşandin, hewl dane tam di bin koordîneyekê de rê ve bibin. Demokrasî li pêşiya dewletê mîna feq û xefikekê tê dîtin. Lewra kontroleke şidandî ti car nayê kêmkirin.
Nertina civakî ya bi çavekî navend-dewlet xwe di her saziyê de dide hiskirin. Tê qebûlkirin ku rêya hemû pêşketin û mezinbûnê di dewletê re derbas dibe, nemaze di eskeriyê re derbas dibe. Xebata di saziyên dewletê de hem şeref e, hem jî di warê bidestxistina jiyaneke misoger de jî peyda nabe. Civakek ev çend navend-dewlet eşkere ye, wê ji xwe piştrast nebe û nikaribe afirîner be. Civaka li ser navê dewletê mîna xwe ji bîr bike û ji xwe re fazîletê nas neke, wê nikaribe saziyên siyaseta afirîner, hêza ekonomîk, huqûq û civaka sivîl pêş de bibe. Li cem Tirkan ev helwesta dewletê herî xirab bandora xwe di pêvajoya krîzan de nîşan dide. Dema dewlet dikeve krîzê, ji ber ku alternatîfeke din a hêza çareseriyê nakeve rojevê krîz wek felaketekê tê nirxandin û wek kêliyeke man û nemanê tê hesibandin. Jixwe bêyî ku di her tiştî de çav li destê dewletê bin, divê dewlet li sînorekî were sekinandin ji bo nebe bar û ev hem ji bo dewletê, hem jî ji bo civakê pîvana bingehîn a hemdemiyê ye. Ewrûpayê têgihîştina xwe ya dewletê di vê çarçoveyê de sererast kiriye û statuyeke bi kêr zevt kiriye.
Pirsgirêka partiyên siyasî û dewletê hînê seyr e û divê wek mijarek bi serê xwe were nirxandin. Bêyî îstîsna hemû partiyên siyasî bi zanebûn, an jî bi awayekî objektîf navend-dewletbûyînê esas digirin. Civak jî wek partiyan di rêza pêş de cih dide dewletê û bi vê yekê hînê ji serî ve fonksiyona xwe ji dest dide. Partiyên siyasî di serê wan saziyan de tên ku daxwazên civakê bi dewletê re dixin mêzînekê, timî civakê esas dibînin, civakê serwext û bi rêxistin dikin, lê li şûna ku van wezîfeyên xwe bikin timî li bendê ne dewlet şoreşê bike, yan li bendêne dewlet alîkariya polîtîk bide, yan jî zêdetir dewletê wek deriyekî kurtêlan dibînin. Ji ber van helwestan, saziyên demokrasî ji wan nabe, hînê ji destpêkê ve dikevin rewşeke antî-demokratîk û mîna ku partiyan bike duyemîn dewlet. Ev dewleta duyemîn jî dibe siya dewletê. Fena ku dewletekê têrê nekiribe, her partiyek dibe modelê dewletekê. Her kes xwe dixe şûna zilamtiya dewletê. Ji lewra xwe û hawîrdora xwe bi nîmetên dewletê xwedî dike û ev yek jî rêveçûna dewletê giran dike û zirara wê jî zêde dike. Li ti welatî mîna li Tirkiyê kevneşopiyeke xurt a ‘partiyên dewletê’ nîne. Eger hebe jî ev çend kûr û belavbûyî cih negirtine. Ji ber ku dewletê dixin navenda xwe, ev partî nikarin siyasetê bikin, nikarin polîtîkayên ekonomîk pêş de bibin; nikarin demokrasiyê pêş de bibin û mezin bikin, nikarin bibin xwedî qabîleyet ku herî kêm bi qasî dewletê amûrekî çareseriyê pêşkêş bikin. Ji lewra hem ji bo dewletê, hem jî ji bo civakê fonksiyona xwe wenda dikin. Ji ber ku gel jî li vê rewşa wan hayil bûye, di hilbijartinan de her partiya dixwaze dewletê xilas bike di sendoqê de dixeniqîne û bi vî awayî bê kêrbûyîna wan ispat dike.
Bi vî awayî partî nabin amûrên çareseriya krîzan, berovajî, bi xwe krîzan diafirînin.
Çavkanî: Ji pirtûka bi navê Dewlet ya Rêber APO hatiyê girtin