NAVENDA NÛÇEYAN – Hejmara qurbaniyên erdheja li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê gihaşt 38 hezar û 44 kesan.
Rayedarên dewleta Tirk bîlançoya dawîn a qurbanî û birîndarên erdhejê eşkere kir. Li gorî wê, 38 hezar û 44 kesan jiyana xwe ji dest daye û herî kêm 108 hezar kes jî birîndar bûne.
Her wiha Neteweyên Yekbûyî ji bo herêmên erdhejê yên li Bakur û Tirkiyeyê baga milyarek dolar alîkariyê kir.