NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê çapemeniya PJAK ê Kawyan Kamdîn bû mêvanê bernameya Lapere a li ser radyoya gel û di bernameyê de li ser karesata ku li Bakurê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê rû da di destpêka axaftinên xwe de got:
“Em destpêkê herêmên ku erdhej lê qewimiye, bi taybet jî erdheja li Xoy û erdheja herî dawî a li Bakurê Kurdistanê û bakûr û rojhelatê sûrye, kesên ku di erdhejê de mirine bibîrtînin û li hember ên ku birîndar bûne hevxemiya xwe diyar dikin. Em êşên gelê xwe ê Bakur, Rojava û Rojhilat hîs dikin. Wekî gêrîllayên Azadiya Kurdistanê berpirsyartiya me heye li hember gelê me li her çar beşên Kurdistanê. Pêwîste em bi her awayî bibin alîkar. Kurdistan di asta seferberî de ye. Besîcê Umumî hatiye îlan kirin. Her Kurdek, li kudera dinyayê dibe bila bibe, çi tevkarî bikaribe bike pêwîste ku bike.”
Dewleta Tirk dixwaze siyaseta Efrîn li Pazarcix û Elbistanê pêkbîne
Kawyan Kamdîn li ser asta bandoriya erdhejê, herêmên ku lê qewimiye û bikaranîna erdhejê ji bo guhertina demografya Kurdistanê wekî siyaseta şoven a dewleta Tirk, nirxandin kir:
“Di demekê de ku em di pêvajoya 15ê sibatê dene, ku li hember siyaseta dagirkeriyê û qirkirina gelê Kurd em di nav şerekî de ne, di demekî wisa de, hatina karesatekî wekî erdhej ji bo me zehmet e. Heta niha jî wekî hejmara nefermî a ku tê diyar kirin zêdetir ji 150 000 kes jiber erdhejê jiyana xwe ji dest dane, 110 000 mirov jî birîndar bûne. Bi sedan kes jî di bin kawilan de ne. Herêmên ku rû bi rûyî vê karesatê hatine giring in. Ew herêm piranî ji nîştecihên Kurdan pêktên herwiha Elewî ne. Ew herêm herêmekî jeostratejîk e û di navbera gelê Kurd û Tirk de ye. Di dîroka komara Tirk de siyasetekî taybet li ser Kurdên Elewî bi rê ve diçe. Siyaseta tune kirin û qirkirina gelê Kurd ku li Bakurê Kurdistanê ji destpêka Komara Tirk ve tê bi rê ve birin, li van herêman hîn cûda ye. Li van herêman helandin û asîmîlasyona çandî a gel hatiye hedef girtin. Dewlet dixwaze guhertina demografîk li Kurdistan pêkbîne. Niha Efrîn ji aliyê çete û dewleta Tirk ve hatiye dagir kirin. Gelê Efrîn bi zorê ji bajarê xwe tê derxistin çima? Jiber ku dixwazin nîştecihên Sunî bi cih bikin li herêmê hakîm bikin û Elewiyan derbixin. Ev erdhej ji bo siyaseta dewletê a guhertina demografîk li Kurdistanê ku bi salan nekariye bi ser bixe niha ji bo dewletê firsendeke ku bîne cih. Ew gelê Elewî jî piranî welatparêz e. Gelê Elewî çanda resen a Kurdewarî temsîl dike. Beşekî giring ê dîroka Kurd in. Êzîdî ji bo gelê Kurd çawa cihê xwe cûda ne, Elewî jî wiha ne jiber ku çanda xwe parastine Dewletê ragihandinê li herêmê qedexe kiriye. Niha kesên ku agahî di derbarê erdhejê de didin tên girtin. Heta niha 87 kes hatine girtin. Dixwaze bûyera erdhejê, encamên wê û tiştên ku rojane rû didin veşêre. Di bin vê veşartinê de jî gel qetlîam bike. Kesên zindî jî mane bikuje, siyaseta dewleta Tirk ev e. Ên ku koçber nebûne jî dixwaze bixwe veguhezîne cihên dîtir. Di dîroka Komara Tirk re ji vê re tê gotin “qirkirina sipî” ango “îskana îcbarî”. Yanî koçber kirin. Dixwaze siyaseta Efrîn li Pazarcix û Elbistan pêkbîne. Pêwîste wekî netewe û gel em zêdetir di ferqa vê siyasetê de bin û hişyar bin. Ev ne siyaseta li ser herêmekê ye, siyaseta li hember gelê Kurd e“.
Qirkirina li Kurdistanê ne tenê fîzîkî û çandî ye, di heman demê de xweza û daristana Kurdistanê jî tune dikin
Endamê çapemeniya PJAK ê Kawyan Kamdîn li ser siyaseta dewletên dagirker a qirker ku li hemû beşên Kurdistanê tê birêve birin û bi zanebûn xera kirina xwezaya Kurdistanê, got:
“Ev karesat herçend karesatekî xwezayî ye rast e li herderê cîhanê karesatên xwezayî çêdibin. Lê ev karesat ne xwezayî ne. Bi taybet jî ev erdhej ne asayî ne û peywendiya xwe bi sîstema sermayedarî a ku hatiye damezirandin re heye. Di encama vê sîstemê de karesatên wekî erdhej û tsunamî û hwd zêde bûne. Ev peywendiya xwe bi karakterê netew dewlet, îndustrîalîzm û siyaseta qirkirinê ku tenê fîzîkî nîn e, xwezaya wan welatan xera dike, têk dibe. Mînaka berçav gola Urmiyê ye. Rayedarên dewleta Îranê dibêje rewşa golê encamê “karê Xwedê ye, di destê me de nîn e”. Halbukî eleqeya xwe bi siyaseta dewletê re heye. Dewlet siyasetekî pêşdixe ku xwezaya Kurdistanê jî qir dike. Ewqas bendav di Kurdistanê de ji aliyê van dewletan ve hatine çêkirin ku sedemekî esasî ê erdhejan jî bendav in. Bendav bixwe di aliyê zanistî de sedema erdhejan e. Çêkirina bendavan, herêmekî sax ji aliyê xwezayî, cografî û hewayî ve texrîb dike. Herkes jê re dibêje “karesatên xwezayî”. Dewletên Îran û Tirkî bi hezaran bendav li Kurdistanê çêkirine. Qirkirina li Kurdistanê ne tenê fîzîkî û çandî ye. Di heman demê de xweza û daristana Kurdistanê jî tune dikin. Ev ne karesatekî xwezayî ye. Ev karesat bi destê sîstema sermayedarî a modernîteya Kapîtalîst û netew dewletan de çêdibin û nabe ku bi gotina “xwezayî ye” were normal kirin an jî rewa kirin. Ev ne bûyereke normal e. Jiber van dewletan biryara qirkirina gelekî daye û hertişt di vê rêyê de tê pêkanîn.”
Dagirkeriya Tirk û Îran bi qanûna fethê nêzî Kurdistanê dibin
Kawyan Kamdîn tekane rêya çareseriyê di demên wiha de, wekî yekbûn, bihevre alîkarbûna gelê Kurd destnîşan kir û banga hişyarbûna gelê Kurd di vê dema hestiyar de kir û got:
“Wekî neteweya Kurd pêwîste tu bendewariya me a alîkariyê ji dewletê nebe. Kesekî ku dagirker e û dijminê te ye çawa alîkariya te bike. Ev bangawazî şaş in. Dijmin kêfxweşe bi erdhejê. Ev dibe bahaneya êrîşê ji bo dijmin. Wekî mînaka Xoy. Dewleta dagirker a Îran qaşo alîkariya Sûrî dike. Di bin navê alîkariya mirovî de dewlet vê dike. Ev tiştekî baş e. Lê niha rast e herçiqas li Xoy kesên ku jiyana xwe ji dest dan kêm bûn lê jiber şert û mercên zivistanê gelê me di zehmetiyekî pir mezin de ye. Cih nîn e gel xwe bispêre û di nav sir û seqema zivistanê de li derve ne. Pêwîstiyekî zû heye ku alîkarî biçe van herêman. Dewleta dagirker a Îran bixwe alîkarî nake, ne jî dihêle ku derdor alîkarî bişîne ji Xoy re. Bakur jî wisa ye. Dema HDP alîkarî dişîne, dewleta Tirk pêşî digre. Ciwanên ku ji bo alîkarî diçin van herêman bi hovane tên îşkence kirin. Bi zanebûn çete tên şandin ku malê gel talan bikin û bidizin. Îlan kirina rewşa ne asayî ji bo vê ye. Ji bo ku bikaribe vê siyasetê pêkbîne û veşêre. Ji sala 1923 ve li Kurdistanê rewşa ne asayî heye, çi bi fermî vê îlan kiribin çi ne fermî, rewşa berdewamî ev e. Dagirkeriya Tirk û Îran bi qanûna fethê nêzî Kurdistanê dibin. Dagirker her roj vê fethê nû dikin. Dewlet bixwe alîkarî nake. Çend roj derbas bûne, di bin kawilan de hîn jî mirov derdikevin. Hefteya destpêkê bi hawara gel ve neçûn. Wekî ku bêje bila bimrin! Em bi vê karesatê re dûbare fêr bûn ku Komara Tirk ji bo qirkirina gelê Kurd ê sertaserê Kurdistanê, siyaseta derve, siyaseta hundir, aborî, çapemenî, artêş hemû saziyên xwe di seferberiyê de ye ji bo ku qirkirina gelê Kurd bighîne encamê“.
Erka artêşan ewe ku dewletê biparêzin ne civakê
Endamê çapemeniya PJAK ê Kawyan Kamdîn li ser karakterê netew dewletê ê li dijî civakê wiha nirxand:
“Netew dewletên Rojhilata Navîn karakterê xwe mîlîtarîst in. Tê wateya ku budceya van dewletan salane ji sedî heftê li ser artêşê tê xerc kirin. Dewleta Îran jî wisa ye. Ew dewlet bi artêşan, ne bi xizmeta ji gelan re, li ser piyan in. Dewleta Tirk li her cihekî Kurdistanê di nav çend deqeyan de dikare operasyonan bike lê çima nikare nîvekî artêşa xwe seferberî herêmên erdhejê bike? Çima dikare rojane sengerên gêrîlla topbaran bike lê serbazek naçe bi hawara gel ve zarokan ji bin kawilan derxîne? Ma artêş ne ji bo ewlekariya gel e? Ev dewlet netew dibêjin ku artêş ji bo parastina gel heye. Artêşên dewletên Tirk û Îran ji bo parastina dewletê ne an ji bo parastina gel in? Tişta ku di felsefeya van rejîmên mîlîtarîst de diyar dibe ewe ku civak di xema wan de nîn e. Erka wan ewe ku dewletê biparêzin ne civakê. Tiştên tên gotin şovenîstî û netewparêz in. Ev artêş li dijî gel in. 6ê sibatê vê pir berçav nîşanî me dan. Ji bo Erdoxan biparêzin ev artêş hene ji bo dewleta Îran jî ev derbasdare. Li Tirkî tê gotin “hêza ewlekarî” li Îran jê re dibêjin “hêza asayîş”. Ev li dijî asayîşê hatine damezirandin. Di sindoqa her dewletekê de di rewşekî asayî de, tedbîr li hember karesatên xwezayî tê girtin. Lê jiber cewhera mîlîtarîzmê ev budce nîn e“.
Tu sîstemekî dewletê bi qasî netew dewletê qirker nîn e, civakan teslîm digire, ji nasnameya wan wan dûrdixe
Di berdewamiya axaftinên xwe Kawyan Kamdîn netew dewletan qat bi qat ji Nemrûd û Firewnan zalimtir pênase kir û got:
“Ragihandin pêwîste zêdetir li ser rastiya netew dewletê bisekine. Nîqaşên zanistî û akademîk di vê derbarê de zêdetir pêwîst in. Dewlet li ku ye? Gel bixwe dibêje em dewletê li kêleka xwe nabînin. Tenê di dema pere, artêş û hilbijartinê de em rastî dewletê tên. Felsefeya siyasî a şovenîzma Tirk “hertişt ji bo welat e”. Rastiya netew dewletê çiye pêwîste em di vê karesatê de bibînin û bixwînin ku çiqas dewlet li dijî civakbûnê ye. Dewlet çiqas qirker e, çiqas li dijî xwezaya civakê ye. Li ser vê mijarê erka rewşenbîrên Kurd û Tirk e ku vê rastiyê têbighînin. Di dîrokê de dibêjin ku Nemrûd û Firewn pir zalim bûne. Rast e ew jî dagirker bû ne. Lê Rêber APO cûda pênase dike û dibêje ku heta niha tu sîstemek bi qasî netew dewlet bê eman nebûye. Jiber ku ne tenê dagir dike. Tu sîstemekî dewletê bi qasî netew dewletê qirker nîn e. Jiber ku tenê kuştin esas nagire. Civakan teslîm digire, ji nasnameya wan wan dûrdixe. Niha li her çar beşên Kurdistanê vê dike. Kurdan dike Tirk, dike Fars. Tu Nemrûd and jî Firewn mirovan ji dîroka wan, nasnameya wan, ji çanda wan, ew qut nekirine û ferz nekirine. Ev tenê di netew dewletê de hatiye dîtin“.
Jiyana gund bixwe li dijî dewletbûnê ye
Di dawiya axaftinên xwe de Kawyan Kamdîn li ser giringiya rehenda Ekolojîk a paradîgmaya Rêber APO, çanda gel a gund û alternatîfên pêşerojê nirxandin kir:
“Avahiya bajêr bixwe ne tiştekî xwezayî ye. Ev bajarên bi milyonan ku em roja îro dibînin di dîrokê de tune ne. Bajar hebin jî nifûsa xwe bi hezaran derbas nakin. Li Rojhilata Navîn bi taybet sedsala 19 emîn şûnde û bi hatina netew dewletê re metropol hêdî hêdî pêşdikevin. Heta vê demê bajarên herî mezin wekî Îstanbul û Tehran, nifûsa wan milyonek jî nîn e. Bexda û Şam bi heman awayî. Metropol li Rojhilata Navîn temenê xwe 100 sal jî nîn e. Dixwazin Kurdistanê xera bikin. Nimûneya vê em bi Hewlêr dibînin. Bîna çêdikin, 10 qat in 20 qat in. Japonya jî çêdike lê bi tedbîr çêdike. Ên me tedbîr jî tune ye. Ev dewlet ji bo ku pereyan qezenc bikin van avahiyan çêdikin û çiqas bi tendurust in di xema wan de nîn e. Mîmariyekî zanistî nîn e. Mînaka Tehran heye. Herkes dizane ku bajarên Tehran li ser cihekî kun kunî hatiye çêkirin, erdhejekî biçûk lê çêbibe wê bi milyonan însan bimrin. Li gor paradîgmaya Rêber APO pêwîste nifûsa gund û bajar hemaheng be û hev tamam bike. Ahengekî xwe hebe. Siyaseta dewletê dixwaze gundan vala bike û mirovan li bajêran bike esîr. Li bajêran mirov muhtacê dewletê ne. Lê li gund mirov muhtac nîn in û dikarin bê dewlet jiyan bikin. Li bajêran pêwîstiya te bi mûçe heye, bi kirê kirina mal heye. Li vir tu dibe koleyê dewletê. Lê li gundan çend heywan hebin, zeviyê te hebe, îradeya te di destê te de ye û tu mineta kesekî jî nakişîne. Serbixwebûn tê de heye. Jiyana gund bixwe li dijî dewletbûnê ye. Red kirina dewletê ye. Gelê me jiber şer û siyaseta dewletê a li Kurdistanê ji mecbûrî ji gundan derketiye. Li Rojhilat pir kes mecbûr dibe. Li hemû beşên Kurdistanê, bi taybet jî Rojhilat pêwîste em di ferqê de bin ku tişta ku em xwedî kirine û li ser piyan girtine yek heywandarî ye, yek jî cotkarî ye. Ev bi qasî ku serbixwebûnê çêdikin di heman demê de rêbazên jiyanê ên ekolojîk in ku herî rast in ji bo civak û xwezayê. Em Dubaî û Hewlêr naxwazin û wekî pêşketin nabînin. Di aliyê zanistî de jî ew jiyan paşketinê îfade dike. Dubaî li ser petrolê xwe dide jiyîn, rojekê ew qut bibe wê ew gel hemû ji birçîtiya bimire. Ew şêwazekî qirkirinê ye. Tiştekî xwe tune ye. Esîr girtine civakê ye. Gelê Kurd kedkar e, li ser piyên xwe disekinin. Dagirkeran tu carî nekarîne gelê Kurd teslîm bigrin. Dixwazin gelê Kurd muhtacî xwe bikin. Pêwîste em vê rast fêm bikin“.