NAVENDA NÛÇEYAN – Li navçeya Bazarcix a Mereşê di 6’ê Sibatê de bi pileya 7.7 û 7.6 du erdhêj çêbûn. Di encama erdhêjê de heta niha bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane. Li herêmên ku erdhêj lê çêbûne girtiyan serî hildabû û qawîşên ku tê de diman, dabûn ber agir. Di 7’ê Sibatê de piştî ku sewqên girtiyan çêbûn gelek girtî rastî tundî û êşkenceyê hatin. Yek ji van jî girtiyê bi navê Yaşar Savci ye ku di Girtîgeha Turkoglû ya Mereşê de dima û sewqî Girtîgeha Kavakê ya Samsûnê ya Tîpa S’yê hatiye kirin. Savci, telefonî malbata xwe kir û ragihand ku di dema sewqkirinê de ew tazî kirine û heta ku ji ser hişê xwe ve çûne êşkence li wan hatiye kirin.
‘WAN TAZÎ DIKIN Û BI SAETAN ÊŞKENCE DIKIN’
Dayika Savci Hanîfe Savcî (49) anî ziman ku, bi saetan êşkence li kurê wê hatiye kirin û got “Rojek piştî erdhêjê dema ku sewq wan dikin di rê de êşkenceyê li wan dikin. Wan li cihekî didin sekinandin û ji wesayitê peya dikin. Kincên wan hemûyan derdixin û wan tazî dikin. Li wan dixin û heta ku diwestin êşkence li wan dikin. Wan bi tazî dibin girtîgehê. Piştre ev ji ser hişê xwe diçin. Piştre dibin girtîgehê û li wir jî êşkenceyê li wan dikin.”
Savci da zanîn ku, êşkence hîna jî didome û got ku kurê wê bang li parêzvanên mafên mirovan û parêzeran kir ku bila were girtîgehê û serdanan bike.
Çavkanî: ANF