HESEKÊ – Îro jinên ciwan li ser asta Bakur û Rojhilatê Surî bi diruşmeya ‘’Kes nikare roja me tarî bike’’ Yekemîn konferansa Yekîtiya jinên ciwan ji bo Rêber Apo lidar xist. Endamên Yekîtiya jinên ciwan di her heremêke li Bakur û Rojhilatê Suriyê di we konferans tevlî bû.
Li ser asta Bakûr û Rojhilatê Sûrî yê bi dehan jinên ciwan beşdarî konferansê bûn. Salon bi wêneyên şehîdên ku ‘’kes nikare roja me tarî bike’’ û lefîteyên cur bi cur hat xemilandin.
Konferans ji bo şehîdên şoreşê bi deqeyek rêz girtinê destpêkir. Hevseroka TEV-DEM ê Ruken Ehmed axaftina vekirinê kir. Piştî we belgeyek li ser komployê û perspektîfa Rêber APO li ser jin hat xwendin.
Li ser komploya 15 ê sibatê sinevîzyon hat peşkeş kirin. Piştî sinevîzyonê jinên ciwan li ser komploya navnetewî û ser tecrîdê li hember Rêber APO û gelê Kurdistan hatiyê niqaş kirin.
Di nav konferansê pirtûkên Rêber APO û belavokên di derheqê tecrîdê hatin belav kirin. Di nav niqaşên de pêşniyarên jinên ciwan pêşketin. Herî dawî pêşnume hat xwendin û konferans bi coş û moralêke mezin bi sloganên ‘’Bê Serok Jiyan Nabe’’ dawî bû.
Pêşnumeya biryarên 1.min konferansa Yekitiya jinên ciwan ji bo Rêber APO bi wî awahî yê:
“Yekitiya jinên ciwan bingeha hemû xebatê xwe de azadiya fizikî ya Rêber Apo ji xwe re esas digre.
- Di çerçoveya hemleya Dem dema azadiya Rêber APO ye xwe rêxistin dike û asta têkoşîn û çalakiyan bilind dike.
- Bi fikrê Rêbertî di her kêliyê de xwe rêxistin kirin, xwe perwerde kirin tekoşîn bilind kirin esas were girtin.
- Ji bo şikandin tecrîd û puç kirina komploya navnetewî xwe perwerde û rexistin kirin û xebatên zane kirinê di derbarê Fikir û felsefeya Rêber Apo were pêş xistin.
- Di hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî de konferansên Rêbertî bên lidarxistin.
- Xurt kirina komîteya Ekolojî, tendrustî, perwerde ji bo azadiya Rêber APO.
- li ser pareznamêyên Rêber Apo perwerdeyên girtî û vekirî were vekirin.
- Li ser asta Rojhilatanavîn li ser Rêbertî û jin Konferans were lidar xistin.
- Jinên ciwan bi fikir û felsefeya Rêber Apo di her cihî (komîn, dibistan, zanîngeh )xwe rêxistin kirin.
- Ji bo belav kirina fikir û ramanên Rêber Apo pirtukxane were vekirin.
- li hemû qada jinên ciwan ji bi Rêber Apo name were şandin.
- slogana “Jin jiyan azadî” ya ku bi fikra Rêber Apo pêş ket îro bu sedama ku li hember zihniyeta baviksalar bû qêrîna azadiyê û bû yekitiya tevahî jinan. Weke jinên ciwan bi vê zanebûne xebat kirin û xwe rêxistin kirin.
- 15 ê sibate roja qirkirina gelê Kurd e. Li Kurdistanê hemû politîkayên dijmin yê tunê kirinê girêdayî tecrîda li ser Rêber Apo ye bi hestê Tolhildanê têkoşin bilind kirin were esas girtin.”