BEHDÎNAN – Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de hate gotin, “Artêşa Tirk a dagirker êrîşên li ser hêzên me yên ku di pozîsyona xwe de ne, dewam dike. Qadên ku hêzên me lê ne 6 caran bi balafirên şer û 63 caran jî bi tank, obus û çekên giran hatin bombekirin.”
Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne:
Li herêma Zapê;
16’ê Sibatê saet di 10:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, dagirkeran êrîş birin ser hêzên me. Hêzên me ji bo xwe biparêzin bi çekên giran bersiv dan.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
17’ê Sibatê Qadên Berxwedanê yên Girê Bahar û Girê Amediyê 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
18’ê Sibatê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, li nêzî gundê Sîda û qada Çemço yên ser bi nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê çeperên me yên berxwedanê bi obus, tank û çekên giran 63 caran hatin bombekirin.”