DIRBÊSIYÊ – Bi pêşengtiya zarokan îro Yekîtiya jinên ciwan li navçeya Dirbêsiyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber APO bi diruşmeya “Bê Serok jiyan nabe” meş lidar xist. Meş ji navenda ciwanên şoresger destpêkir û li ber dewara gardînya qediya.
Di dawiye meşê de zaroka navê wê Roslîne Dehdoş daxuyani xwend. Daxuyanî wiha ye;
“Ev bûye 24 salin Rêber Apo di zindanê de ye berxwedide. Dijmin nahêle ku em Serokê xwe bibînin. Em dixwazin Serokê xwe re azad jiyan bikin ji ber ku em dizanin Rêber Apo zarokan pir hez dike û ji bo wan şer dike. Em bang dikin ji hemû cihanê re ji bo Rêber Apo bêdeng nemînin. Em wek zarokên Kurdistanê serokê xwe dixwazin û em dibêjin Bê Serok jiyan nabe”.
Bi slogana “Bijî Serok APO”çalakî dawî bû.