NAVENDA NÛÇEYAN – Li Herêma Newsud û Pawe ya Rojhilatê Kurdistanê 2 kolber bi guleyên raste rast yên hêzên Îranê û birîndar bûn. Kolberek jî di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da. Li gorî nûçeya Kolbernewsê, di 19’ê Sibatê de, du kolberên bi navê Yadîgar û Şoreş ên xelkê bajarê Merîwan, li herêma Newsud bi guleyên raste ras ên hêzên Îranê birîndar bûne.
Herwiha li ser rêya navbera Rewnser ya Paweyê de jî di qezayek trafîkê de kolberê bi navê Saman Yequb ê xelkê bajarê Ciwanro jiyana xwe ji dest da û 4 kolber jî birîndar bûn. Gorî agahiyan rewşa tenduristiya du kolberên birîndar ên bi navê Kesra Hisên û Pêşman Mihemedî ne başe û li nexweşanê dibin çavdêriya dixtoran dene.