NAVENDA NÛÇEYAN –Piştî ku di 6’ê Sibatê de li navenda Mereşê erdhejek dijwar pêk hat, li herêmê careke din erdhej çêbûn. Hema çend roj berê erdhejek din li herêmên Bakurê Kurdistanê, Rojava, Tirkiye û Sûriyê hejand û heta Îranê bandorek wê hebû. Îro danê sibê careke din erdhej çêbû.
Li navçeya Pîran a Amedê bi pileya 4’an erdhej çêbû. Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD) ragihand ku li Pîran a Amedê bi pileya 4’an erdhej çêbû. Hat ragihandin ku erdhej saet di 06.04’an de 7 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye.
Erdhej bandor li Îran û Beyrûdê jî kir. Li parêzgeha Faris bi pileya 5.5 erdhej pêk hat û li Beyrûdê bi pileya 4’an erdhej pêk hat. Encamên vê erdhejê ji bo herêmên zirar dîtine hîn nehatine ragihandin.