ŞEHBA – Duh karwaneke alîkariyê ya ji bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê gihişte koçberên Efrînê yên ku di erdheja 6’ê Sibatê de li herêma Şehbayê mexdûr bûne. Xelkê bajarê Silêmanî di çarçoveya hemleya civakî de alîkarî kom kirin û karwanê alîkariyê ji bo mexdûrên erdhejê bi rê kirin. Piştî ku konvoya 5 rojan ji aliyê hikûmetê ve li Şamê hate astengkirin, duh 7 kamyonên ku pêdiviyên pizîşkî û şîrê zarokan hebûn, derbasî herêma Şehba bûn.
Îro danê sibê karwaneke din a alîkariyê ya “Heyva Sor a Kurd” derbasî herêma Şehba bû, ku ji sê kamyonên kelûpelên mal û pêdiviyên tenduristiyê pêk dihat. Rêjîma Sûriyê 15 rojan rê li ber derbasbûna kamyonan girt û herî dawî îro karîbûn bigihin cihê xwe.