DÊRIK – Bi sedan ciwan li bajaroka Xana Serê ya girêdayî Dêrikê kom bûn û li dijî tecrîda li ser Rêber APO dest bi meşê kir. Ciwan û jinên ciwan wêneyên Rêber APO bilind kirin û di kolana sereke ya navçeyê re geriyan. Piştre dîsa vegeriyan deriyê ketina navçeyê.
Li wir, Endamê Rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê Ceger Hesen axivî û bal kişand ser komploya li djiî Rêber APO û got: “Komplo li dijî tevahî gelê Kurdistanê bû. Wekî ciwanên şoreşger armanca me ya sereke bidawîkirina tecrîdê ye. Bi azadiya Rêbertî re wê hemû civakên bindest jî azad bibin.”
Meş bi dirûşmeyên bi dawî bû.