NAVENDA NÛÇEYAN – Di erdheja ku navenda wê Mareşê pêk hat de ku li Bakurê Kurdistan, Tirkiye û Sûriyeyê wêraniyeke mezin pêk anî, windahiyên jiyanê her ku diçe zêde dibin. Tevî hemû hişyariyên pisporan jî tedbîrên beriya karesatê nehatin girtin û dereng destpêkirina xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên dewleta Tirk, wendahiyên jiyanê zêde kirin.
Li gorî daneyên dawî yên rayedarên dewleta Tirk a faşîst duh bi şev, hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane gihişt 43 hezar û 556’an. Lê belê berevajî hejmarên hatine dayîn, tê gotin ku windahiyên jiyanê zêdetir in.