ATÎNA – Gelê Kurdistanê bi mexdûrên erdheja li bajarê Atîna yê Yewnanîstanê re hevxemiya xwe didomîne. Kampanya komkirina alîkariyê ya ji aliyê rêxistina Heyva Sor a Kurdistanê ve ji bo mexdûrên erdhejê hatiye destpêkirin, bi pêşengiya ciwanên welatparêzên li Atînayê didome.