NAVENDA NÛÇEYAN – Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Tebqa û gundewarên wê bi dirûşma ‘Ciwan Fedayê Rêber Apo Ne’ li Hola Şehîd Mesne Abdulkerîm a Çand û Hunerê ya Tebqayê bi tevlîbûna nûnerê saziyan civîna xwe ya asayî ya salane lidar xistin.
Piştî rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê rewşên siyasî, herêmî û leşkerî hatin nîqaşkirin. Her wiha di nîqaşan de bal kişandin ser pêşxistina ciwanan ku bingehên civakê ne. Di dewama civînê de perspektîfên Rêber Apo, rapora salê ya kar û xebatan hate xwendin. Li ser kar û çalakiyên ciwanan jî sînevîzyonek hate nîşandan.
Civîn bi hilbijartina meclîsa ciwanan, komîte û endamên ku di nava kar de cihê xwe bigrin dawî bû.