ŞÊRAWA – Çavkaniyek taybet ji navenda bajarê Efrîn ya dagirkirî ragihand kû çeteyên El- Feyleq El-Şam yên girêdayî îstixbarata Tirk a dagirker, êrîşî malê jina kurd, ji xelkê gundê Basûfanê a Navçeya Şêrewa kirin û zêrên wê tev 20 tenekên zeyta zeytûnê û cereke gazê dizî kir.
Hatiyê gotin ku çeteyên El- Feyleq El-Şam bi navê koma Ebû Îdrîs tê naskirin li gundê ‘Birc Hêderê a navçeya Şêrewa welatiyê bi navê ‘Yeheye Hac Nasero bi tundî destdirêjî li wî kirin, bê sedem û jina wî jî ji aliyê wan ve bi peyvên heqaret û kêmkirin hate eşkence kirin.