MARSÎLYA – Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), ji bo teşhîrkirina êrîşên dewleta Tirk ên berpêyî Kurdan, li bajarê Marsîlya yê Fransayê, pankart û dowîz vekirin.
Ciwanên ku êvarê li Qada Viuex Port ku cihekê çûnehata wê zêde ya bajêr e, hatin ba hev, bi vekirina pankart û hildana dowîzan êrîşên dewleta Tirk teşhîr kirin û ji Konseya Ewropayê ku dengê xwe nake, xwest ku bi erka xwe rabibe û daxwaza azadiya Rêber APO kir.
Bi pişt re fermandarên di êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ên berpêyî Şengalê de şehîd bûne, hatin bibîranîn.
Endamên TCŞ’ê, da xuyakirin ku ew ê bi armanca teşhîrkirina faşîzma dewleta Tirk û hêzên pê re hevkar, her hefte li çalakiya xwe dewam bikin.