NAVENDA NÛÇEYAN – Ajansa ANHA, sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê û MÎT′ê yên li dijî şêniyên Efrîn û xwezaya wê yên di meha Sibatê de şopandin.
ZÊDETIRÎ 36 WELATÎ JI NAV 7 JIN HATIN REVANDIN
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 36 welatî, ji nav wan 7 jin revandin. Navên hin ji wan wiha ne; Elî Ereb, Fewz Mihemed Muslim, Sureya hevjîna Elî Ereb, Emîne hevjîna Fewzî Muslim, Fîdan Muslim, Înca Muslim, Şêxmûs Bekir, Omer Xalid, Omer Hemo, Selah Erebo, Ferîde Cemîl, Henîf Wehîd, Reşîd Şukrî Seydo, Mistefa Ebdo Hisên (29), Kerîme Mistefa Hisên (22), Meryem Ebdurehman Elî (21), Heşyar Kemal Ebdî, Azad Arif Bîlal, Mûsa El Betoşî (30), Nîdal Omer (31), Basil Kermeşk (25) û Rêber Osman (40).
BIRÎNA ZÊDETIRÎ 5 HEZAR DARÊN ZEYTÛN Û HAWÎRDORÊ
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê meha borî zêdetirî 5 hezar darên zeytûnê, darên curbecur û darên hawîrdorê hatin birîn. Dar ên van welatiyan in; Îmad Mihemed, Betal Betal, Newres Xelîl, Mihemed Hemîd Îsa, Seîd Hisên, Ezîz Emîn, Mihemed Xelîl, Mihemed Xalid gule Xeyrî, Mihemed Osman Gule Xeyrî, Nebo Mihemed Gule Xeyrî, Omer Beşîr Gule Xeyrî, Ehmed Mehmûd Gule Xeyrî, Xelîl Nebo Gule Xeyrî, Zuhêr Xalid Gule Xeyrî, Osman Nebo Gule Xeyrî, Mihemed Hesen Hac Nasro, Mihemed Kemal Hesen, Hac Nasro Hesen, Ednan Silêman Hesen, Edhem Mihemed Xelîl, Ezet Oso û Seîd Behrî.
XEBATA AVAKIRINA 3 AVAHIYÊN MÊTINGEHIYÊ
Dewleta Tirk a dagirker di avakirina avahiyên mêtingehiyê de bi destek û fînansekirina rêxistinên kendavê û filistînî yên îxwanî dewam dike, da ku malbatên çeteyan û welatiyên ji hemû herêmên Sûriyeyê li wan avahiyan bi cih bike, da ku demografiya Efrînê biguhere.
Li navçeya Şiyê, çeteyên dewleta tirk a dagirker gundekî Qeterî 2 bi hinceta bicihkirina mexdûrên erdhejê, ava dikin.
Li gundê Qere Tepe yê Şerayê jî, dewleta Tirk a dagirker ji bo avakirina avahiyekê, konan ava dike, da ku malbatên çeteyan tê de bi cih bike. Li Cindirêsê jî kon ji bo avahî werin avakirin li ser rêya Cindirês-Efrînê hatin vedan.
LI DIJÎ CIHÊN ŞÛNWARÎ SÛC
Di çarçoveya çewisandina nasnameya Efrîna dagirkirî de, çeteyên dewlet Tirk a dagirker girê Tirindê yê şûnwarî koland û talan kir, da ku parçeyên şûnwarî bidin û nasnameya herêmê ya bingehîn biçewisînin.
DIZÎ Û TALANKIRINA MAL Û MILKÊN WELATIYAN
Ji dema erdhejê ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê mal û milkên welatiyan didizin û alîkariyên ji hêla rêxistin û komeleyan ve ji mexdûran re hatine şandin, desteser dikin. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên tu alîkarî neda mexdûrên erdhejê, lê tenê malbatên çeteyan û niştecih rizgar kir, alîkarî neda şêniyên resen û ew ji bin kavilan dernexistin.
Çete malên ji ber erdhejê hatine wêrankirin, li hev par ve dikin, nahêlin şênî nêz bin, da ku bidizin. Çeteyan bac li xwediyên alavên çandiniyê û erebeyan ên li Racoyê ferz kirin. Ew bac dê mehane bi mîqdara 400 lîreya Tirkiyeyê bê dayîn.