DÊRAZORÊ – Di civînê de nûnerên Kombûna Jinan a Zenûbiya, nûnerên jin ên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Dêrazorê di civînê de amade bûn. Rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan a Dêrazorê Suha El Seîd nirxandinên Rêber APO û rapora rewşa siyasî xwend.
Suha El Seîd êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û ambargoya ku hikumeta Şamê ferz kiriye şermezar kir û got: “Li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker, sûcên qirkirina çandî û mirovî, her wiha li hemberî polîtîkayên birçîkirinê ku hikumeta Şamê li ser gelê me pêk tîne, divê têkoşîn were xurtkirin.”
Berdevka Jinên Ciwan a xeta navîn a Dêrazorê Efaf El Xilêf rapora Yekitiya Jinên Ciwan a giştî ya sala 2022ʹyan xwend. Beşdaran rewşa rêxistinî û zehmetiyên li pêşiya wan nirxandin.
Civîn bi van biryaran bi dawî bû:
– Dewreyên perwerdeyê yên girtî wê ji bo jinan werin vekirin
-Dewreyên perwerdeyê yên vekirî wê werin vekirin.
– Li dijî narkotîkê pêngav wê werin lidarxistin.
-Li dijî zewicana di temenê biçûk de wê pêngav werin lidarxistin.
– Wê dewreyên fêrkirina xwendina û nivisandinê ji bo jinan werin vekirin.
– Wê dewreyên fêrkirina kombuterê werin vekirin.
-Ji aliyê nûnerên Yekitiya Jinên Ciwan wê semîner werin dayîn.
– Her 6 mehan wê jinên ciwan ên Dêrazorê li hev bicivin.