BEHDÎNAN – Endama Meclîsa PAJK’ê Ronahî Serhad têkildarî jiyana yek ji pêşengên tevgera azadiya jinê ya Kurdistanê Raperîn Amed (Delal Azîzoglû) ku di van rojên borî de şehadeta wê hat eşkerekirin, ji ANF’ê re axivî. Ronahî Serhad di destpêka axaftina xwe de di şexsê Raperîn Amed de şehîdên şoreşê bi bîr anî û got: “Hevala me Raperîn bi sê hevrêyên xwe sala 2022’an di êrîşek nemerdane de şehîd bû.”
Ronahî Serhad diyar kir ku wê şehîd Raperîn Amed di sala 2000’an de nas kir û têkildarî rol û xebatên ku Raperîn Amed di wan sala de li Ewropayê meşandî, ev tişt got: “Dema ku heval Raperîn hatî Ewropayê, du sal li ser Komploya Navneteweyî ku sala 1998’an hat destpêkirin, derbas bûbûn. Ev mijar hem ji bo partî, hem pêşeroja gelê me û hem jî têkoşîna azadiya jinê mijarek gelek girîng bû. Heval Raperîn di wê demê de, bi erka pêşengiyê ji jinê re bike rabûbû.”
BI GEL Û JINAN RE PEYWENDIYEK XWEZAYÎ ÇÊKIR
Ronahî Serhad destnîşan kir ku Raperîn Amed di pêvajoya ku li Ewropayê mayî de bi awayek serketî hem di nava gel û hem jî jinan de rolê xwe pêşeng lîst û xebatên xwe bi awayek serketî meşand û wiha got: “Her çendî ku nedixwest li Ewropayê bimîne jî ji ber ku ew cih bû ku Komploya Navneteweyî lê hat plankirin, dixwest li komployê Ewropayê veguherîne qadek têkoşînê û ya hesabpirsînê. Hevala Raperîn di rêvebirina vê têkoşînê de tarzê xwe da rûnişkandin.”
Ronahî Serhad anî ziman ku tarz û rêveberiya Raperîn Amed li ser esasê pirsa “Mîlîtanek Apoyî divê çawa tevlî bibe, çawa bijî” bû û wiha dom kir: “Wê zelalbûna xwe ya nûneriya partiyê ya li ser xeta Apoyî, bi kesayeta xwe re kiribû yek. Di demek kurt de bi gel û jinan re peywendiyek dirûst û xwezayî çêkir. Jixwe taybetmendiya heval Raperîn a ku bal dikişand ev bû; ji bo wê ne rewşek ew qas li pêş bû ku bibe erkdarek fermî yê partiyê yan jî nebe. Jixwe PKK’îbûyîn xwezayîbûne. Hevala Raperîn ev yek bi awayek serkeftî pêk anî. Lewma hevalek bû ku timî li Elmanyayê dihat lêgerîn û pirskirin.”
DI XEBATÊN JI NÛ VE AVAKIRINA PKK’Ê DE CIH GIRT
Ronahî Serhad bi bîr xist ku piştî Raperîn Amed ji Ewropayê vegeriya, ji bo li Bakurê Kurdistanê gerîlatiyê bike û bibe pêşenga demê israr kir û bal kişand ku şehîd Raperîn Amed di xebatên ji nû ve avakirina PKK’ê de cih girt.
Ronahî Serhad têkildarî wan xebatên ku di dema herî krîtîk a Tevgera Azadiyê ya Kurd de hatin meşandin, ev tişt got: “Sala 2004’an tevgera me di pêvajoyek bi xeter de derbas dibû. Ji ber ku kesayeta tasfiyeker hewl dida ku partiya me bi dest bixe û hêzên ji derve jî ji bo valekirina hundirê têkoşîna me, di nava hewldanek zêde de bûn. Jixwe partiya me vê pêvajoyê weke pêvajoya tasfiyekirina îdeolojîk digire dest. Di wê demê de xebatên ji nû ve avakirina PKK’ê ketin rojevê. Di wê demê de li gel armanca tasfiyekirina tasfiyetiyê, armanca Rêbertiya me ya avakirina paradîgmaya rizgariya jinê û civakek demokratîk-ekolojîk hebû. Heval Raperîn bi pêşniyara xwe, di vê demê de di nava xebatên ji nû ve avakirina PKK’ê de cih girt û di van xebatan de rolek pêşeng lîst.”
MÎNA DAREKÊ BÛ KU KOKÊN WÊ DIGIHIŞT KÛRAHIYAN
Ronahî Serhad destnîşan kir ku di nava salên 1996-1998’an de Raperîn Amed ji Rêber APO perwerde dît û wiha pêde çû: “Ew timî ji bo bibe bersiva perwerdeya ku ji Rêber Apo girtî, di nava hewldanan de bû. Gumanên ref û gumanên li ser esareta gelê Kurd û jinê, bûbû sedem ku heval Raperîn tevlî bibe. Ji ber lêgerînên xwe yên şoreşgerî, berê xwe dabû partiyê. Lewma timî seknek mîlîtanî raber kir. Dixwazî bila pêvajoya tasfiyetiyê yan jî pêvajoyek di be, hevala Raperîn her tim bû xwedî seknek pir zelal.”
Ronahî Serhad, Raperîn Amed weke “Cewherê sosyalîzma PKK’ê, dîsa di tevgera jinê de nûnera xeta sosyalîzmê” bi nav kir û têkildarî kesayeta şehîd Raperîn Amed wiha got: “Hevala Raperîn mîna darekê bû ku kokên wê digihişt kûrahiyan. Timî bawerî dida. Hûn ji kîjan hevalê/î pirs bikin ez bawerim ku wê ji bo heval Raperîn wiha bibêje; mîlîtana dilnizmî û kedê bû. Ez van taybetmendiyê wê dikarim bi wateya dilsoziyê şîrove bikim. Bi rastî jî dilsoza hevrêyên xwe û gelê xwe bû. Hevalek bû ku nirxên partiyê diparast. Di jiyana xwe ya 30 salan bi têkoşînê dagirtî de, li her qadê xebat meşand. Her wiha welatparêziya bi zane li kesayeta xwe dabû rûnişkandin.”
Ronahî Serhad bal kişand ku li gel her çar parçeyên Kurdistanê Raperîn Amed li Ewropa û Şengalê jî bû xwedî kedek mezin û wiha bilêv kir: “Hevalek girêdayî gel bû. Yek ji taybetmendiyên diyarker û sereke ya heval Raperîn bû ku biçe kuderê bi çanda gel re bibe yek. Mînak, di pêvajoya ku li Başûrê Kurdistanê mayî de fêrî zaravayê Soranî bû û dest bi xwendina Soranî kir. Ji ber ku hevala Raperîn pir girîngî dida ku jinê pêş bixe û bike xwedî îrade.”
HEZKIRINEK MEZIN DI NAVA ME HEMÛYAN DE AVA KIR
Ronahî Serhad bi bîr xist ku Raperîn Amed ji sala 2011’an ve Endama Dîwana Kongra Gel bû û anî ziman ku şehîd Raperîn Amed ji wê demê ve ji bo pêşxistina sîstema konfederalîzma demokratîk, avakirina meclîsan û gel û jin bibin xwedî îrade, kedek mezin da. Ronahî Serhad di dewama axaftina xwe de diyar kir kir ku ew ê xwedî li mîrateya Raperîn Amed derbikevin û wê bibin layiqê bîranîna wê û bal kişand ser van tiştan:
“Bi rastî jî heval Raperîn di me hemûyan de hezkirinek mezin ava kir. Em vê hezkirina wê ya mezin, bi hezkirina wê ya bi awayek xurt jiyîna Rêbertiyê ve girê didin. Sala 2016’an di dewreyek a perwerdeyê de pê re bû, hevala Raperîn di wê demê de car din soza serkeftinê dubare kir û rexneya ‘hevrêtiya netêrker’ ku Rêbertî piştî komployê kir, di her kêliya jiyanê de girte dest. Hevala Raperîn tevî ku her çiqas ew bi we rexnedayînê dide, li her qada ku çûyê li wir bi serketî bûye.
Em gelek deyndayê vê hevalê ne. Ji bo azadiya jinê û azadiya gelên bindest, kedek mezin da û rola pêşeng lîst. Lewma em ê her tim xwedî li mîrateya hevala Raperîn derkevin. Vê hevala me ya hêja, di aliyê jinan de îradeyek mezin ava kir. Em ê her tim bibin şopdarê azadiya Rêbertiya xwe û jinê ku encex bi kesateyek mîlîtan û bi serkeftinê mirov dikare bi dest bixe ku ev hevalên me nûneriya wê dikin. Em ê hewl bidin ku bibin layiqê nirxên mezin.”