BURSA – Amedspor a ku di Koma Spî ya Lîga Duyemîn de têdikoşe, ji bo maça bi Bursasporê re çû Bursayê û beriya maçê li hotêlekê dima. Bi dehan alîgirên Bursasporê şevê din çûn ber deriyê hotêlê û dirûşma nîjadperestiyê hatin berz kirin. Dîmenên têkildarî vê êrişa nîjadperest li ser gelek hesabên bikarhinêrên medyaya civakî hatin parvekirin û li dijî gotinên nîjadperest bertek hatin nîşandan.