NAVENDA NÛÇEYAN – Min vê vegotinê, bi teşeyekê ku ji romanekê re bibe kelûmel xwest bidim. Ma hun jî weke komekê babetên ku dixwazin pêş bixin hene? Ma di aliyê tevkariya vê gotûbêjê de pirsên we hene?
D: Serokê min, di vê axaftina we de, ew her du takekesên ku di navbeyna wan de hewqas nakokî hene, dikarin werin ba hev ango dikarin bijîn. Têkiliya bi vê jinê re, ew taybetmendiyên cara yekem tîne ba hev çi ne?
S.P: Di xwiyangê de pêwendiya xwe bi şoreşê heye. Tevî ku ji malbateke hevkarmendê kemalîzmê jî tê, pêwendiya xwe bi Kurdayetiyê heye û biryara tevlîbûna komê dide. Weke jineka ku azad e (tebî di xwiyangê de) xwe dide hîskirin. Bi her zilamî re di pileyeke dawî de dikare azadane gotûbêj bike. Dema ku bi van taybetmendiyan tê bêrçavkirin, ji bo komê wek endameke îdeal tê hesibandin, tê hizirkirin. Tebî pirsnîşan jî ne kêm in. Ev şêwaza tevgerîna azad ku bi temamî di xwiyangê de bû, piştre hate fêmkirin. Dîsa derket rastê ku malbatperesteke bawerhişk e, qaşo tevî ku rexneyên xwe li kemalîzmê heye jî, jîrekatiyeke kemalîzmê ya herî bawerhişk hildigire, weke çepgirekê xwe dide nasîn, lê bi çepgiriyê ve çi eleqa xwe nîn e û tipeke kirêçbûyî ya mîrzade ye. Di vê mijarê de, ji ber ku wê demê netbûyîn tunebû, hinekan digot “tîpeka şikdar e’’, hinekan jî digot “tîpeka baş e.’’ Seranseriya wê qonaxê hatiye vegotin. Tenê ne seranserî bi anîna her cure dibêtiyan pêş çav, ezmûneya têkiliyekê hem di wateya taybet de, hem di wateya giştî de dikarim nîşan bidim ku wê fikariya xwe tune be. Têkiliyên bi malbatê re, têkiliyên bi partiyê re di bingehê çemka kemalîst de pêş dikevin. Xwe pêşketî û nûjen dihesibîne. Di aliyê din de em jî, dixwazin Kurdistaneke nûjen biafirînin. Em dihizirin ka “wê ji vê re çi bibêje?’’ Gelo ji bo Kurdistaneke wiha çiqas vekiriye? Ew bi xwe dibêje “ez vekirî me!’’ Ji bo ezmûnekirinê têkiliyeke yek bi yek e û îdîa dike ku sosyalîst e, hem jî nîşan dide ku wê sosyalîzma milîtan bipejirîne; em wê jî ezmûne dikin. Dîsa îdîa xwe heye ku jina azad temsîl dike. Di aliyê ezmûnekirina têkiliyên jina azad de ka çiqas xwedî nêzîkatiyeke azad e? Em wisa nêzîk bûn. Di bingeh de ezmûneyeke bi guman e.
Mebest dihêle ku em şiyar bin. Ger pir şiyarî nebe wê karibe gelek tiştan bibe û jixwe xeniqandinera gelek xweşiktiyan e. Weke jinekê di xwiyangê de xurt e. Bikaranîna jinantiya xwe ve dikare bixeniqîne. Ji serokatiyeke hevkarmend tê. Taybetmendiyên wê yên pir dekbazî û komplogerî hene. Çepgiriyê bi kar tîne. Bi demagojiyeke çep a baş guncav e, dibe ku mebestên sosyalîzmê bi kar bîne. Kurdayetiyê dike, ji ber ku bi Kurdayetiyê re baş şer kiriye, dikare welatparêziya Kurd bixeniqîne. Ev xeternak hene, lê aliyê dijber ger ku bi rêkûpêk û pîlanî tevgerek xwe hebe, têkiliyên ku daye avakirin, li ciyekî dibine têkilî û hevgirtinên girîng. Ji bo ku xwe ji nêvenga qels derxîne, dikare vê hevgirtinê bi kar bîne. A herî hindik xapandina MÎTê di vê bingehê de pêk hatiye. Dîsa ji bo jinê nêzîkatiya azadiyê wê çawa be, ji bo bersîvdayîna vê pirsê pêgirê ezmûneyê kirin, dikare bibe. Yanî ji bo azadiya jinê, berevajî be jî, weke xaleka derketinê dikare pêk were. Ger pêk were û ew bi xwe bibe jineka azad, baş e. Lê ku nebe, nexe xefika, bêtirîn wê were rewşa zemîna derketineke pir pêşketî. Heman tişt ji bo sosyalîzm û welatparêziyê jî derbas dibin. Ger pir bisteyî bixwaze, pir şiyarî jî bixwaze, ev têkilî wisa hate bidestgirtin û wisa destpêkirin hate çêkirin. Tebî aliyên hestên wê demê jî hene. Di aliyekê de pir pê bawer kirin, wek baweriya ku dikare bibe milîtan û jineka hêja heye. Lê guman jî ne ku tune ne.
Ka wê kîjan giraniya xwe çêbike, wê pêvajo diyar bike. Emê çalakiya şoreşgerî bidomînin, emê rastiyan deynin rastê, bû bû, nebû em pêşgirî ji dest bernadin. Tebî, piştre derket ku aliyê dijber jî sabit e. Ne wek teşeyê ku dixweyî ye. Hê jî negihîştiye netbûyînekê. Lewma ka sîxurekê bi şêwaza libata xwe, xwe vedişêre yan na, çawa ku tê gotin ji heşt saliya xwe vir ve kesayetek pêşeng ku bi taybetî hatiye xwedîkirin e yan na? Îdîaya serokatiya feodal û hevkarmend û nêzîkatiya wê ev in. Dibe ku sîxureke baş be û hê jî eşkere nebûye. Vana tev wê pratîk biselimîne. Milîtaneka şoreşger nîn e, berevajî milîtaneka kujoker e. Jineka azad nîn e, berovajî jinantiya ku di şêwaza feodal de bi kar tîne, tenê di dekbaziyên sarayê de tê dîtin. Derket rastê ku rewşê pir bi hostayî dibîne, lê di heman demê de tîpeka pir rajêr û kole ye. Ji libatên rû bigirin, heya zayendîtiyê her tiştî bi teşeyê mal,mulkiyet li hember kedkaran wek kozekê bi kar tîne. Derket rastê ku dixwaze bixe û temsîlkariya jin a pir rajêr û mulkiyetdar dike. Qismek ji vana di gelala romanê de hatiye xwestin ku bê vegotin. Ev tîp, bikaranîna her roja xwe wek amrazeke êrîşê mijara gotinê ye. Kesayetiya jinê, kesayetiya pergalê, kesayetiya mîrzade her demjimêr, her çirk wek hêza êrîşkariyê bi kar tîne. Her rojê ku derbas dibe, vê nêzîkatiya xwe zêdetir dike.
Hinek milîtanên me dema ku rojekê jî wê çavdêrî dikin, li hemberê bertekek mezin pêşan didin û wek yeka ku pêwîst e yekser bê tunekirin dinirxînin. Qonax hatine vegotin, naxwazim dubare bikim. A girîng, asta gelale, xeyal û kirûyên vê pêvajoyê, ne di aliyê takekesan de, di aliyê qonaxan de girtin e. Ji ber ku li wirê di kesayeta takekesan de yên tên jiyandin şiyarbûna netewekê ye, xwe zanebûnkirina xwediyê kedê ye. Dema ku ber bi jiyanê ve çav rast hate vekirin û wêrekî li hember jiyanê hate raberkirin, aliyê dijmin jî tam berevajî dixwaze ku berxwedana kurd bixeniqîne û mitlaqa di bin venêranê de bihêle. Ka wê bi kû ve bibe diyar nîn e û jinantiya xwe pir bi xeterî bi kar tîne. Bi taybetî li hember jina ku dixwaze azad bibe bertekek xwe yê mezin heye û ber bi tunebûnê ve jî dibe. Da ku yek jineke azad dernekeve curbecur pêşgiriyan digire. Di bingeh de bi wan pêşgiryên wê yek jineka azad a gihîştî serkeftinê dernekeve rastê. Daxwaza wê misoger e ku tîpê jina kole mitlaq di nava refan de serdest bibe. Ew zayendîtiya jinê ya pir çelexwarî, bi şêwazeke pir xirab bi kar tîne. Ne tenê xwe, hemû tîpên jin ê rêxistinê pir çelexwarî bi çemka zayendîtiyeke berevajî dixwaze ji bo berdewamkirina saziya civaka kevin bidomîne. Ji ber ku ew temsîlkara pir xurt a pergala kemalîzmê û hewl dide ku li Kurdistan’ê vê pergalê zêdetir belavî bike. Bêyî ku hewl bide, bêyî ku bixebite, taybetmendiyên hevkarmendî bi kar tîne û zilamê kurd dixe bin kontrola xwe. Mînak dema ku ez weke tîpekî pêş dikevim, li ser min çavdêriyan pêk tîne. Ji bo hinek hevalê me yên di nava refan de ne gotinên wê hene. Ez naxwazim zêde navê wan hevalên me bi kar bînim. Dibêje, “filankes gundî ye, bi hêsanî dikarim bigirim nav destê xwe.’’
Taybetmendiyên serokatî heye, wana bi kar tîne; taybetmendiyên jinantiyê heye, wana bi kar tîne û dibêje, “ez bi hêsanî dikarim kontrol bikim.’’ Jixwe azadiyê jî wisa fêm dike. Weke jineka azad, dema ku daxwaz dike bandor li ser zilamekî çêbike, bi têkiliyên jina sihêl, bi libatên ku wî bîne rayê dixeniqîne, girê dide, digire û tune dike. Ku taybetmendiyên serokê fêodal-hevkarmend mijara gotinê be, axaya herî mezin e, serek eşîra herî mezin e. Ku bi taybetmendiyên çepgir, bixwaze hinekan bixe bin kotrolê, ji ber ku xwedî devekî herî populer e, devokê sosyalîzma bêkêmasî bi kar tîne. Ji çepgirekê herî mezin, baştir qisebêj e, baştir axaftinvan e û bandorker e. Ji bin van bandoran kîjan zilam dikare bifilite? Bi taybetî ji wê saziya Kurdistan’ê ku pir paş de maye û ji wê birê xizan kîjan li hember vê nêzîkatiyê dikare li ber xwe bide? Îcar ku zilamê Kurd ku aliyê hestan de bê pêşwazîkirin, pir tê girêdan. Heke pir xweşik be, dibe ximbilê wê. Jixwe dema ku kete bin bandora yeka wisa, henase wergirtin jî guncav nîn e. Dema bikeve bin bandorê bertek pêwîst e; bertek jî di rojekê de vedigere şer; ji ber ku di şer de ew pir berxwedêr e, dibe ku bi mirinê ve encam bigire. Têkiliyeke wisa dema ku dibe mijara gotinê gelo mirin, tê çi wateyê? Wê cuda belav bibe, derbeyeke mezin wergire û çi wateya têkiliyên taybet namîne. Ev jî nêzîkatiyeke hedefan a berevajî ye. Di vê wateyê de lêxistin ji stûtewandinê xirabtir e. Ger ku te şêwaza têkiliyên ku ew naxwaze te pejirand, ji mirinê xirabtir li hember raber bûyî, hingê jî wê gelaleyên te bikevin avê. Wê demê tê çi bikî? Di rastê de riyeke pir cuda ji xwe re bibijêrî. Lê ew ji bona riyeke cuda fersend nade. Jixwe di vê mijarê de aliyê dijber pir baş fêm dike. Van gotinan dibêje: “Ji bo sosyalîzmê, ji bo partiyê çi tiştê nehedirînim nîn e. Dema ku berjewendiyên partiyê dibe mijara gotinê wê tu her tiştî re hedar bikî. Ez çiqas heqaretê li te bikim, libateke ku çi zilam napejirîne rojê çil çaran li te biçespînim, wê tu bipejirînî!’’ Belê, van axaftinan gotiye. Yanî zilamekî gundî yê ketûber be, yek libatekê re, bi hêsanî wê bi awayê çawa ku tê zanîn bersîv bide. Lê min neda. Tebî, encamên vê yên mezin derketine rastê. Ev taybetmendiyên hîmî ku min jimart, bêtir bi kûrkirinekê dikarin bên vekirin.
Lê hinek jî ev li virê pir dibe girîng: Li ser navê hestê tebatkirin, li ser navê pêşketina siyasî-rêxistinî tebatkirin heye. Qonax hatine dîqatkirin. Mînak di derketina derveyê welat de intiba pê hatiye dayîn, ez di hundirê welat de me. Ger şik pê re çênebe, îhtîmaleke mezin, rapordayîna jor mijara gotinê be, wê bibêje, “di bin kontrola min de ye!’’. Yanî ev girêdan li ciyekî ji bo xapandina dijmin xwedî nirxê bikaranînê ye. Belkî ji bo vê yekê sebir û hedan hatiye nîşandan. Lê hêviya dibe ku “bibe şoreşger’’ jî heye. Dibe ku ji bo vê yekê jî sebir hatibe raberkirin. Yek jî bi rêgezî, di mijara gûhertina mirovekê de wêreyeke me yê pir mezin heye. Da ku hemin emê vê bigûherînin, wisa em hedar dikin. Tevî ku hatiye sînorê êdî nayê tebatkirinê jî, ev pêvajo tê dirêjkirin. Êdî hatina qonaxeke wisa pêk tê ku, kar ber bi komployê ve digihîje. Ya dê tu wê, ya jî ew dê te bibe. Êdî divê tu bikşînî bin kontrolê. Bi hewldaneke wisa giranî çêdike ku, di 3. kongreyê de dibêje, “ezê bombeya xwe biteqînim!’’. Qesda wê ji teqandinê ew têkiliyên ku bi çend jin ango zilaman re avakiriye, li ser serê aliyê dijber teqandin e. Yanî bi ya wê pêwîst e zilam ne wisa be; zilamekî wisa ango aliyê dijber, ew aliye ku pêwîst e bê redkirin; redkirinê jî, ya bi komployê ya jî, di kongreyê de bi afirandina gef û hetikandinê wê pêk bîne. Valaderxistina 3. kongreyê tê wateya valaderxistina hilkeftina 15’ê Tebaxê. Ev hemû tenê ji bandor-bertekên di asta têkiliyên dumend de peyda nîn in, dikarin valadirxistina tevgera neteweke qirase armanc bigire. Tebî li hember vê jî pêşgirî tên wergirtin. Yanî em bi hemû dilxwaziya xwe tevî dixwazin wê bikşînin rastiyê, lê ew bi xwe ji bo nepêkanîna vê pêşgirî werdigire. Jixwe aliyê dijber wek qeşayê ye, tîpeka di sarîtiya mar de ye.
Carna ev axaftin bi ken be jî tê gotin: “Ma tu hizir dikî ku jahrî xistine vê xwarinê ango vê tiştê? Pêwîst nîn e ku tu bitirsî’’ ango “ma tu dihizirî ku ez sîxur im?’’ Yanî dikare axaftin û gotinên wisa bibêje. Jixwe rewş bi xwe jî ev e. Bi pirsên ponijîn pîj dike. Ev taktîkek e. Belê va hedan û şêwazek li vir heye. Rast e belkî hun, di xulekekê de derxînin zelaliyê û berteka xwe bînin ziman. Lê ev, dibe herî xala dawî ya hatinê. Em bi dahûrandina vê kesayetiyê, kemalîzmê, KT’yê û hindek jî MÎT’ê dahûrand. Dîsa malbata aliyê dijber ji bo me digot, “me xwest vî kesî bi vê têkiliyê bi dewletê ve bidine girêdan.’’ Wê demê ev tîp jî, bi malbatê ve pir girêdayî ye. Û dîsa xwesteka me ya vê malbatê di xizmeta Kurdistan’ê de bikaranîn girîng e. Me hindek jî bi kar anî. lê bi durustî û di bingehê welatparêziya Kurdistan’ê û xizmeta şoreşê de pêk anî. Ger bê dîqatkirin, wê bê dîtin ku têkiliya min jiyaye, ne mîna piraniya we ye. Li ba me heya dawiyê ji têkiliyan re watedayîn, birîdayîn, berdewamkirin û taybetmendiya pêşxistinê heye. Di bingeh de, li rastê têkiliya taybet filan nîn e, têkiliya zewacê jî di axaftinê de dimîne. Li vê derê têkiliyeke şer heye, lê xwiyanga wê bi awayekê din e. Niha di virê de nêzîkatiya min a gundiyekî ketûber be, ya wê min di cî de stû tewandiba, ya jî pevçûbama. Yanî ev, wê vegeriya têkiliyeke diyar û biçûya. Ji têkiliyeke tune re min dikaribû xwe bida bawerkirin; dikaribûm aliyê siyasî jî nehiziriyama. Ji ber ku têkiliyên piraniya we asta xwe ya siyasî nîn e. Nêzîkatiyên bi teşeyên ka wê çi bîne, wê çi bibe nîn e. Zêdetir aliyê hatiye nepixandin û ji rasteqînê hatiye qutkirin giraniya xwe didê. Tebî ev, zêde we pêş naxe.
Bi hêsanî tê avakirin, bi hêsanî xira dibe; ji ber ku bênaverok û bêarmanc in. A herî girîng jî, hun di hunerên têkiliyan de, ne xurt in; di bingeh de heza we ya avakirina têkiliyan nîn e. Hê jî hêza avakirina têkiliyê ya piranî hevalên me qels e. Hêza min a herî mezin çi ye? Li ser têkiliyê bi heterî disekinim, pir berfirehî digirim dest, pir dadihûrînim. Wan nêzîkatiyên ku jin xwe ji teşeyê têkiliyên pir taybet têxe şûna zilam û bi aliyê dijber stû bide tewandin, ji ber çavan nafilitînim. Di bingeh de gelek aliyên xeternak yên vê tîpê tê dîtin, lê hema serlêdana nêzîkatiyên klasîk çênabin. Ku jê re bê gotin, “ma tu yî ya ku van mijaran hewqas serûbin dike’’ û felişandina wê karê demjimêrekê ye. Ji ber ku bersîv nade têkiliya taybet, darizandin hêsan e. Ev hemû nayên çêkirin. Şûna van pirsgirêk di nava pêvajoyê de tê peresandin û bi kûrahî tê bidestgirtin. Ez, di vê derê de hewl didim ku ji pirsên jin kê ye, hevkarmend kê ye, kemalîzm çi ye, KT çi ye re kûr bersîvan peyda bikim. Di vê navberê de ez, pêwîstiya afirandina jina azad bawer dikim. Ji ber ku ev tîp, jineke ku dixwaze bike kole, hem jî jina herî xeternak temsîl dike. Wê demê jina puxteyî wê çawa be? Jixwe di vî aliyê de jî şer heye. Di mijara destgirtina jina azad de ji bo pêşxistina hinek têkiliyan bi hindek tîpan re mezintirîn bertek raber dike û bi şêwaza tunekar nêzîk dibe. Naxwaze bi vê armancê têkilî bên pêş xistin. Tebî di vê de jî çekên klasîk ên tê zanîn hene; dixwaze gelşa têkiliya taybet bi kar bîne. Ez, ku di virê de rengê têkiliya taybet esas wergirim, di vê mijarê de ber bi jina azad ve rê newergirim, wek zilamê Kurd bilivim, weke ku ezê, di mijara azadiya jinê de nikaribim bi serkeftinbim û ji gelek neyêniyan re rêvekirina min wê zêde ne dûr be. Ji ber vê yekê weke warê kar û xebata min a afirîner ji pirsgirêka jina kolekirinê re hem di aliyê asta teorîk û hem jî pratîk de biriya xwe didimê. Niha vê di gelala romanê de dîtin zor nîn e.
Bi taybetî dema ku ber bi navîna sala 1980’yan ve hemû aliyên xeternak derketin rastê û îhtîmala ku ev tîp azadiyê dixeniqîne bilind bû, ev xebat bêtir kûr dibin. Tevlîbûna hejmareke pir jinan ji xebata azadiyê re wek pêwîstiyekê derkete rastê. Tê fêmkirin ku têkiliyên azad tenê bi pêşxistina şoreşê wê derfet peyda bike û bi derketina jina azad wê hindek pêşketin bên destgirtin. Tê dîtin ku, di destpêkê de têkiliyên bên avakirin wê zêde nirxdar nebe, bi azweriyên ketûber, bi nêzîkatiyên “em li kolanê rastê hev hatin, nizanim li taxê pêrgî hev hatin, li dibistanê rastî hev hatin’’ wê bingeheke têkiliyên rişt neyê avakirin. Eşkere ye ku, têkiliyên ku tê gotin rişt in li ciyekî şoreş bi xwe ye, di vê mijarê de rola rêxistina pêşeng û xebata hatî pêşxistin-pêkanîn hîmekî mezin e ji bo azadiya jinê, pêwîst e ku girêdan pêşî di vî bingehî de pêş bikeve, ger ev neyên pêkanîn, ew têketina têkiliyên girêdana kesanî bi misogerî wê bi xeternak bin. Bingehekê welatparêziya rişt nebe, şêwaza têkiliya takekesî ya ku xwe bi gelê ku tê xwestin bê azadkirin û rêxistina wê ve nade girêdan, her çende ku saf be jî, di bingeh de dikare kesan çelexwarî bike. Ji ber ku ew nêvenga jê hatiye, mercên malbata klasîk û bandorbûna pergalê ye. Encam jî, kesê ku dibe mijara gotinê ji ber têkiliyên van sazgehan bi misogerî wendakirin e. Ji ber vê yekê hinek nêzîkatiyên ji jin û zilam re tên raberkirin hene. Hewldana di pêşî de wana bi nirxên bingehîn ve girêdan di vê pêvajoyê de bi kûrahî tê destgirtin. Jixwe têkiliyên seranser, sihêl, rojane û hestane tê daxistin ku wê zêde wateyekê nederbirînin, bi taybetî jî kolekirin e. Tê gotin, ji têkiliyên malbata klasik, têkiliyên nas û dost dûr bisekinin. Zewac û hestên we yên pêkhatî zêde qîmeta xwe nîn e û ev xeternak in. Lewma di axaftinên curbecur û axaftina Tirmeha 1992’yan de ka wê çawa girêdanên mezîn pêş bikevin baş hatiye ziman. Mîna van gelek nirxandin hate çêkirin. Û me lê nêrî ev hewldan zêdetir azad dikin. Ev, qasî kar zêdetir bi zanîstî, kûrahî û radîkal destgirtinê, ji şêwaza têkiliyê re rê vedike. Jin, hinekî dîtir rêzdarî û hêz qezenc dike. Zilam, zêdetir rasteqînî dibe, ji kevneşopiya malbata feodal difilite. Jin, hin zêdetir çavên xwe ber bi rastînên zanistî ve vedike, hema bi zilam re na; bi nirxên bingehîn ve tê girêdan. Niha, rewşa ku zilam jinê wek malekî dibîne ji rastê radibe û ev di çonayetiya pêşketinên azadî de dibin.
Çavkanî: Çawa Bijîn I, Abdullah Ocalan