Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Nûçe Kurdistan Bakur

‘Her der Newroz, her dem Azadî’ – Deklarasyona Newrozê eşkere bû

KCD, TJA, DBP û HDP'ê bi dirûşma "Her der Newroz, her dem Azadî' deklerasyon eşkere kirin.

Edîtor: Nucan Serdoz
10/03/2023 - 12:46
di nav Bakur, Daxuyanî, Giştî, Kurdistan, Manşet, Nûçe, Rojhilata Navin
Reading Time: 6 mins read
A A
‘Her der Newroz, her dem Azadî’ – Deklarasyona Newrozê eşkere bû
ParvekeTweet

AMED – Bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinê ya Azad (TJA), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Newroza 2023’an destpê kir.

Pîrozbahiyên îsal ên Newrozê bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” wê bêne lidarxistin.

Di deklarasyonê de çalakiyên Newrozê diyarî malbatên mexdûrên erdhejên li Mereşê hate kirin.

Deklarasyon li navçeya Sûr a Amedê li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê hate eşkerekirin.

KCD, TJA, DBP, HDP, Platforma Jinê ya Yekbûyî, Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiye (KDP-T), Partiya Azadî û Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) mohra xwe danîn binê deklarasyonê.

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Serokê Giştî yê PÎA’yê Mehmet Kamaç, Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek, Serokê Giştî Yê KDP-T Mehmet Emîn Gardaş, Endamê Meclîsa Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) Alî Haydar, ji Tevgera Azadî Cemal Sati beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûn.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz diyar kir ku ew dest bi çalakiyên Newrozê dikin û got, “Newroz hezar sal in weke roja vejîn, serhildan û azadiyê tê pêşwazîkirin. Lê belê îsal em bi êşa erdhejê pêşwazî dikin. Em bernameya îsal a Newrozê diyarî qurbaniyên erdhejê dikin.”

Aydenîz anî ziman ku Newroz wê li 43 bajaran bê pîrozkirin û agirê destpêkê jî li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê bê dadan. Aydenîz destnîşan kir ku wê agirê Newrozê gur bikin û hesab ji desthilatdariyê bipirsin. Aydenîz ragihand ku wê di 17 û 18’ê Adarê de çalakiyên bîranînê bêne lidarxistin.

Deklerasyona Newrozê ku bi Kurdî hate amadekirin ji aliyê Hevserokê Giştî yê KCD’ê Berdan Ozturk ve hate xwendin.

Deklerasyon bi sernavê “Her der Newroz her Dem Azadî” hate weşandin.

Deklarasyon bi vî rengî ye:

“Bi dilekî xemgîn lê bi hêvî û bawerî em Newroza 2023’yan pêşwazî dikin. Erdheja Mereşê li 11 bajaran bandoreke mezin li ser 15 milyon kesî kir. Em bi êş û jan û bi şîn Newroza 2023’yan pêşwazî dikin. Pêdiviya piştgirî û piştevaniyê ji her demê zêdetir e.

Bi erdheja Mereşê, careke din hat dîtin ku heqîqeta bi salan e em ji bo wê têkoşîn dikin piştrast bû. Ew heqîqet jî ev e: desthilatiya navendî li hemberî feraseta rêveberiyên herêmî têk çû. Ev model bi erdhejê re careke din aşkera bû. Li hemberê pergala navendî, îro pêdivî zêdetir bi pergala herêmî heye.    

Bi erdhejê re me dît ku ev pergala giran, ev burokrasiya riziyayî, xisarên mirovî zêdetir kirin. Faşîzma AKP-MHP’ê ya ku rêveberiyên herêmî tasfiye kir, bû sedema van encaman. Feraseta otorîter bingeha vê têkçûnê ye. Li aliyê din jî piştgirî û piştevaniya piştî erdhejê derket holê bandoreke mezin li ser ruhê yekîtiya neteweyî ya Kurdan kir. Derket holê ku tenê bi pergala xweseriya demokratîk em dikarin rizgar bibin û paradîgmaya komara demokratîk ava bikin.  

Ruhê Newrozê ruhê coş û vejînê ye. Em her sal Newrozê bi vî ruhî pîroz dikin, lê em ê di Newroza îsal de bi zêmar û lawjeyan hemû qurbaniyan bi bîr bînin. Kerb û kîna me zêde ye, êşa me giran e. Lê em ê bi ruhê serhildana Kawa ya li hemberî Dehaqê zalim, hesabê ji faşîzma AKP-MHP’ê bipirsin. Em di vê Newrozê de careke din tecrîda li ser Birêz Ocalan qebûl nakin û em bang dikin ku ji bo birêz Öcalan rola xwe ya dîrokî bi cih bîne divê rojek berî rojekê tecrîd bê rakirin û divê hemû girtiyên siyasî bigihîjin azadiya xwe. Dîsa Newroza 2023’yan mizgîniya xelasiya ji desthilatiya AKP-MHP’ê ye. Em ê bi ruhê Newrozê amadekariyên xwe yên hilbijartina 2023’yan bikin û bi ser bikevin.

Siyaseta Kurd; yek ji stûnên sereke yên stratejiya hilbijartinên 2023`an e, banga me ew e ku bandora dezgehên siyasî yên rejîmê li Kurdistanê, li ser sindoqan, were şikandin û em careke din li qadên Newrozê yên ku bûne qadên azadiyê biqîrin ku şertê sereke yê Enqereya demokratîk, Amed a demokratîk û azad e. 

Bi pergala rant, talan û gendeliyê, gelên me mehkûmî avahî û xaniyên riziyayî kirin. Di encama vê pergalê de gelên me zirareke mezin dîtin. Lê em vê pergalê qebûl nakin, gelên me qebûl nakin. Berpirsyariya me ya dîrokî û siyasî ew e ku em ê vê pergalê biguherînin û pergaleke birêkûpêk ava bikin. Bi taybetî em ê bi pêşengiya ciwanan û jinan û bi hêz û îradeya gelên xwe vê pergalê biguherînin. Em ê Newroza 2023’yan, bi vî ruhî pîroz bikin û her derê bikin qadên Newrozê.

Ji ber vê yekê bernameya Newroza 2023’yan, li ser van esasan hate amadekirin. Em ê îsal bi dilekî xemgîn, bi şîna deh hezaran kesan, bi kerb û kîn, lê bi ruhê Newrozê li qadan bin. Bobelateke mezin hate serê gelên me, lê em dîsa jî bi hêvî ne. Em ê bi ruhê yekîtiya neteweyî û bi ruhê piştgiriyê ya ku piştî erdhejê derket holê, li qadan bin û hemû qurbaniyan bi bîr bînin.

Newroz; mizgîniya biharê, ahenga mirov û xwezayê ye, Newroz vejîn e. Em ê li dor agirê Newrozê germ bibin û careke din bibêjin edalet, aştî û azadî.

Em dibêjin, ‘Her der Newroz, her dem Azadî’ û hemû gelên xwe dawetî qadên Newrozê dikin. Em di serî de Newroza gelê Kurd û Newroza hemû gelan pîroz dikin. Em hêvî dikin Newroza 2023’yan bibe Newroza aştî, wekhevî û welatekî azad.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Hêzil Ozgur: Ji bo ku jin bigihijin azadiya xwe, pêwîstî bi sîstem û rêxistinbûnekê heye

Nivîsa Pêş

HPG: Êrîşên dagırkeriyê dewam dike – 1 dagirker hate cezakirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
HPG: Êrîşên dagırkeriyê dewam dike – 1 dagirker hate cezakirin

HPG: Êrîşên dagırkeriyê dewam dike - 1 dagirker hate cezakirin

Rêjeya betaliya ciwanan li tirkiyê  ji sedî 20 bihûrî

Rêjeya betaliya ciwanan li tirkiyê ji sedî 20 bihûrî

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Koordînasyona Komalên Ciwan banga ‘vegera li welat’ li ciwanan kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.