Serdeşt – Li gundê Sîser ê bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê ji bo bîranîna şehîd Jîna Emînî kûpaya futbolê ya Newrozê tê lidarxistin. Bi dirûşmeya jin, jiyan,azadî û coşeke mezin ev pêşbirka werzîşê tê pêşxistin. Her sal beriya Newrozê gundên Serdeştê li xweza û jîngeha çiyayî ya herêmê bi kûpayên futbolê û pêşbirkên curbicur ên werzişî mijûl dibin. Çalakvan û werzişvan di hembêza jîngeha Kurdistanê de bi çalakiyên werzişî ve mijûl in. Werzîş di warê tenduristî û ewlehiyê de pir girîng e û divê li her derê wek mînak were pêşandan.
https://www.youtube.com/watch?v=Tqii3IIm_2g