MEXMÛR – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengtiya Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) bi şîara ‘Jin Jiyan Azadî, Serbixe Azadî’ ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO konê çalakiyê hate vedan. Konê çalakiyê wê her hefte li semtekê were vedan ku wê heta 4’ê Nîsanê berdewam bike.
Çalakiya konvedanê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê hat destpêkirin. Piştî rêzgirtinê li ser navê ciwanên wargehê daxuyaniyek ji aliyê Roj Yildiztan ve hat xwendin.
Daxuyaniya jinên ciwan wiha yê:
“JI RAYA GIŞTÎ RE
RÊBER APO bi felsefe û tekoşîna xwe ve rêya jiyanekî nû û azad ji bo jin û gelê kurd afirand. Ji ber wê bû hedefa kompilogeran. Hêzên nav dewletî bi dîlgirtina RÊBER APO re xwestin hêviya azadiyê di şexsê civaka kurd de têk bibin. Lê RÊBER APO bi berxwedan û sekna xwe ya şerkerî bû çavkaniya îradeya azad ku têk naçe. ev yek hêrsa hêzên navdewletî zêdetir dike. ji ber wê sîstema tecrîd û îşkenceya giran pêşxistiye. Ev 2 sal in gelê kurd tu agahiyan li ser rêbertiya xwe nizane. Ev di dîroka mirovahiyê de neheqiyeke mezin e û nayê qebûlkirin e. di şexsê RÊBER APO de mirovahiya azad tê dîlgirtin. Ji bo mirovahiya azad bighîje mafê xwe divê azadiya RÊBER APO ya fîzîkî pêk were. Em wekî jinên ciwan yên wargeha şehîd Rustem Cûdî dibêjin heya azadiya fîzîkî ya RÊBER APO pêk neyê emê tekoşîna xwe berdewam bikin.
RÊBER APO bi felsefeya xwe ya azadiyê ji jin û ciwanên kurd re felsefeya jiyanekî an wê azad bê jiyankirin, an wê azad bê jiyankirin danî holê. Derveyî vê yekê jiyankirin li hemberî dijminê dagirker û xwînxwar serî tewandin û bê rumetiye. ji ber wê em wekî jinên ciwan yên wargeha şehîd Rustem Cûdî dibêjin emê tu carî serî li hemberî polîtîkayên dewleta dagirker ya turk netewînin û jiyana bê rumetî qebûl nekin.
Li ser vê bingehê em beşdarî kampanya komelên jinên ciwan ya bi şîara JIN, JIYAN, AZADÎ SERBIXE AZADÎ dibin. Em biryardariya bilindkirina tekoşînê heya azadiya fîzîkî ya RÊBER Apo diyar dikin. Li ser vê esasê di pêşengtiya jinên ciwan de em dest bi çalakiya çadir vedanê ku fealiyatên cûr be cûr di nav xwede dihewîne dikin.
BIJÎ SEROK APO
BÊ SEROK JIYAN NABE
JIN JIYAN AZADΔ
Çalakiya jinên ciwan bi gerandina govendê, bi siloganan, bi ços û moraleke mezin dawî bû.