NAVENDA NÛÇEYAN – Ma perwerdenekirina we ya bihezaran mirovên tên ber destê we dibe? Ez sarafê mirova me. Hîn di sala 1970’ê de oportonîstê sereke ji bo min çi digot? “Dayik û bavikno zarokê xwe nexin destê Apogeran, ger zarokên we bikevin destê Apogeran wê biçin.” Ev tê çi wateyê? Ciwanên me yên mêrxas dema digihêjin pêşengê gelê me her yek ji wan dibin egîdek; dibin bela serê oportonîstan. Ji ber ku ew dijberî şerin. Hîn wê demê ji bo me ev tişt dihatin gotin. Ya rast ev tesbîtek hêja ye. Dema ciwanek tê berdestê me teqez dibe milîtan. Tevî niha ji her derê ciwan tên, ne nirxandina we ya vê dikare bê qebûlkirin? Ev xwe xapandinek pir mezine. Ev, di mijara rêxistinkirinê de heta dawî ji dervî rastiya PKK’ê jiyankirine. Wek gel hema bêje me di asta herî ketî de jiyan dikir û hezek pir belav a ku di komên hov de jî nedihat dîtin belave jiyan dikir. Di hinek elementên hov de elektron û proton hevdû dahf didin, her kêlî dibe ku ji hev dûr bikevin. Ev çiye? Ev tê wateya dawî lêhatina atomê. Di nav me de bûyîna elementekî xweser ê dewlemend em li aliyekî bihêlin, bi qasî atomê di her kêliyê de li hewa bifirîne û rê li parçebûna wê veke belavbûnek mijara gotinê ye. Em ji vê re dibêjin civaka atomîze bûye. Rastiyek me ya civakî wisa heye. Fîzyon, atomek biçûk anîna gel atoma mezin gihandina hev û avakirina atomek mezine. Ev di derxistina holê ya hêza atomê de pir bibandore. Roj jî wisa diteqe û dibe çavkaniya wizeyek bêdawî. Pêwîste em jî atomên biçûk yên parçe parçe bûne bînin gel hev û hem jî bi şêweyekî nû derxistina holê ya wizeyek nû ya me wê wisa pêş bikeve. Ev teorîyek raste û gengaze. Di qada civakî de jî gelo gengaze mirov du endamên bitendurist bigihîne hev? Belê, gengaze. Ev hevgihîna du hîdrojena ye. Ev jî dibe doteryûmek û rê li wizeyek mezin vedike; ronahî û germahiya rojê derdixe holê.
Wê demê hûn çi dikin? Hûn mirovan dûr dixin. Yên îhtîmalê hevgirtina wan hene jî ji hev dûr dixin. Ji bo nêzîkî hevkirina du dendikên atomê pileya germahiyek bi milyonan pêwîste. Wateya vê di nav şoreşê de ji bo parastina girêdanên rêxistinî xerckirina hewldanek bê sînore. Germahiyek di pileya milyanan de çênekin, lê hewla nêzîkî hevkirina du mirovan bidin û vê gengaz bikin. Lê piranî hûn mirovan didin revandin. Wê demê helbet wê ne ronahî ne jî germahî derkeve holê; wê demê hûn ê nikaribin mezin bikin.
Ev kêmasî di pêwêndiyên me de pir zêde tê jiyîn. Parçekirina pêwendiyên bi zorê em çend mirovan tînin gel hev tê wateya parçekirina bûyera rêxistinê. Ev yek ji xala herî zêde mirov bi baldarî nêzîk bibe ye. Ger hûn di vê mijarê de ne baldar bin wê derfeta teoriya ruxînê ji dijmin re bê pêşkêşkirin. Dijmin dibêje; “PKK tengav bibû, hindik mabû birûxe.” Di nav vê de bandora aliyên we yên nebes heye. Dijmin vê carê baş zane divê derbasî pergala tevdîrên bihêz bibe. Ev raste. Ango ger ez li vir rawestim, bi boyûtbûna PKK’ê pêk neyînim, rêxistina wê, hevgirtin, sevk û îdara wê ser nexim, wê dijmin jî tevdîrên xwe pêş bixe. Vê carê wê me jî bifetisîne. Wê zagonek Osmaniyan jî li ser me bisepîne. Ji bo zagona Osmaniyan di PKK’ê de ser nekeve em ewqas hewl didin. Ev hemû PKK’ê girê dide. Zagona Osmaniyan çiye? Ev zagona kuştina bira ya bira, bav kur, kur jî bave. Kemalîzm jî wisa ye.
Meşa serxwebûnê biryarek dîrokî ye. Lê bi mercê li gorî zagona wê tevgerînê ev wisa ye. Xebatên me yên li vir di asta herî kêm a perwerdê de ye. Zêdetir kûrkirina van, ev bi goşt û hestî kirin di zemînê welat de bihust bi bihust bejn dayînê dê gengaz bibe. Li vir tenê em dikarin mezinbûnek ya bi qasî di nav qewenoz de pêk bînin. Herwiha di qewenoz de li gorî tê xwestin wê bejna we bilind nebe. Qewenoz herî zêde dikare du bihusta we mezin bike. Lê di mercê welat de wê merc we bigihîne asta dara temen sed salî. Hûn dibêjin me li vir pêşketin û mezinbûnek awarte bidest xist. Lê ev wek di guldankê de buhistek ango du buhist bejn avêtine. Di zemînê welat de wê ev şitil baştir mezin bibe. Ji bilî vê hûn ê neçin nebêjin em dirîreşkin û yên diçin û tên bigezkirinê xwîn ji wan neyînin. Hûn ê nebin dirîreşk. Bibin dar, ger hûn fêkî jî nedin bila mirov li bin siya we bêhna xwe vedin. Xwe zêdetir pêş bixin û fêkî bidin. Bila mirov jî ji fêkiyên we têr bixwun. Xulase bidin şoreşgerê xwedî dewlemendiyek bê sînor. Bila mirov ji fêkiyê hûn didin têr bixwun. Niha tişta piraniya we raber dikin çiye? Rewşa piraniya we raber dikin rewşa bûyîna dirîreşke. Ji dirîreşkan jî hinek tişt derdikevin; berûyên dara berûyê jî tên xwarin. Lê her roj xwarina berûyan tiştekî nade mirovan, bi berûyan mirov têr naxwe. Ji bo vê bêtir dewlemend bibin. Şoreşger wisa ne; sifreya bêsînor dewlemend amade dikin. Bê hebûna van benîadem nikare bijî. Ji bo van benîadem çi dike di holê de ye.
Wê demê çima em şoreşa rizgariya netewî pêş nexin? Yên ji bo xwe vê gengaz nabîne di rastiyê de sîxurekî dijmin û ferzkirinek dijmine. Camêrê xetimandinê, bêzariyê, pêşveneçûn û pêşneketinê raber dike, ya rast girêka kor ya ji aliyê dijmin ve hatiye dorpêçkirine. Tiştên ew dibêje qebûl nekin. Pêwîste ev girêka kor bi çeqo bê parçekirin û avêtin. Piştî ewqas pêşketinê kî dikare di nav PKK’ê de wek girêka kor bimîne. Ger yên wisa fêm nakin hûn ê bi wan bidin fêmkirin. Niha hûn hejmara zêde ya biryarên partiyê yên wisa esas digirin û li beramberî tengaviyên wisa helwest digirine. Yên li beramberî we ne hejmara kêm in jî, ferdin. Ger li beramberî partiyê fraksyon û provakator hebûna, me yê gotiba hêza we têr nake. Lê yekîtiya me biryardariya me ya partiyê heye. Wê temsîla ya neyênî bikin û dibe yek bi yek derkevin. Li Kurdistanê, qada Botanê, Ewrûpa yek bi yek derketina hinek kesan îhtîmale. Lê du kes jî nikarin hev bigirin û derkevin pêşberî partiyê. Ez hevgirtina wan hevgirtin hesab nakim. Ji ber ku bingehê wan ê avakirina fraksyon û hizibparêziyê nîne. Kesayetiyên ferdî û derketinên sîxur û provakasyon herdu jî nikarin bijîn. Ger hûn rast bi ser de biçin wê yekîtiya we pêşkeve, ji hemû aliyan ve pêkanîna qûralan bibe mijara gotinê. Asta mezinbûna pêş dikeve û dewam dike wê di tempoyek pêş de bidome. Ev der dilê welate; ji damara xwîn ber bi hemû laş ve belav dibe. Damarên xwe berdin çar aliyan, xwînê ber bi vî dilî ve bişînin. Ger xwîna qirêj hebe paqij bikin û şûnde bişînin. Ev tê çi wateyê? Ev, tê wateya mirovên bê perwerde, perwerdekirin û paş de şandinê. Wateya bûyîna dilê welat ev e.