QAMIŞLO – Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Însiyatfîa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan encamên kampanyayê bi daxuyaniyekê eşkere kirin.
Daxuyanî li Yarîgeha Heysem Kiço ya li Qamişloyê hat dayîn û ji aliyê endamê Însiyatîfa Gel Mihêdî Dixêm û endama Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Ahîn Elî ve bi kurdî û erebî hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Kampanyaya îmzeyan a ji bo pêkanîna azadiya fîzkî ya Rêber Abdullah Ocalan di 22`yê Çileya 2023`yan de dest pê kir, hemû pêkhateyên Bakujr û Rojhilatê Sûriyeyê, gelê me yê li Şam, Lubnan û Başûrê Kurdistanê beşdar bû.
Di çarçoveya kampanyayê de 2 milyon, 626 hezar û 828 îmze hatin komkirin.”
Hat destnîşankirin ku bi sedan endamên komînan, nûnerên partî, saziyên civaka sivîl beşdarî kampanyayê bûne û hemû hewldanên ji bo bidawîkirina tecrîda li dijî Rêber Ocalan hatin silavkirin.
Di dewama daxuyaniyê de bang li hemû rêxistinên mafên mirovan, Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) hate kirin ku ji bangewazî û daxwazên gel re bibin bersiv û bi rola xwe rabin û wiha dewam kir: “Ji ber ku ev zêdetirî 23 meh e tu agahî ji Rêber Ocalan nehatine girtin, bi taybet piştî erdhejê têkildarî bandorên wê li girava Îmraliyê çarenûsa Rêbertî di vê karesatê de jî nehat eşkerekirin.”
Piştî xwendina daxuyaniyê, lîsteya îmzeyan radestî Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê hat kirin, da ku radestî CPT`yê bike.