NAVENDA NÛÇEYAN – Alîkarê Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Saîd Kerîmî bi daxuyaniyekê diyar kir ku ji ber êrişên bi gazên jehrî 13 hezar xwendekar hatin dermankirin.
Li Îranê êrişên bi gazên jehrî yên dijî xwendevanên keç bê navber dewam dike. Li gorî Alîkarê Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê heya niha 13 hezar xwendevan rakirine nexweşxaneyê û hatine dermankirin. Li gorî Seîd Kerîmî dibêje, ji ber van êrişan kesî jiyana xwe ji dest nedaye.
Wezareta Karên Hundir ya Îranê ragihand ku heta niha derdora 100 gumanbar hatine binçavkirin.