NAVENDA NÛÇEYAN – HBDH’ê derbarê salvegerên qetlîamên Beyazit, Helebce û Gaziyê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin
“Meha Adarê ya ku em tê de ne, meha kes û gelên têkoşer û berxwedêran e. Di heman demê de di meha Adarê de komkujî jî hatine kirin. Çawa ku faşîzm jî êrîş û qetlîamên xwe yên nû zêde dike; gelên kedkar bi pêşengiya hêzên şoreşger têkoşîn û meşa azadiyê didomînin.
Elewiyên kedkar bi piştgirî û tevlîbûna xwe ya têkoşîna şoreşa yekbûyî bûne hedefa faşîzmê. Elewiyên ku li Mereş, Çorum û Sêwasê hatin qetilkirin, li gelek bajarên din jî hatine qetilkirin. Kedkarên Elewî bi gelek zarokên xwe yên ku dane têkoşîna şoreşgerî, ji berê heta niha ji bo mafê welatîbûna wekhev li dijî mêtînger û desthilatdaran têdikoşin.
KOMKUJIYA GAZIYÊ
Dewleta ku di 12’ê Adara 1995’an de li Taxa Gazî ya Stenbolê li qehwexaneyekê da û xwest bi komkujiyên xwe gel bitirsîne. Lê belê kedkarên Gaziyê yên feqîr ên ji bo azadî û rizgariya xwe têdikoşiyan, ji karkerên din re bûn mînak û bi hev re li ber xwe dan. Komkujiyên faşîzmê bi pêngavên şoreşgerî û serhildanan hatin bersivandin. Planên komkujiyê yên faşîzmê bi têkoşîna kedkarên Elewî yên Gaziyê hate pûçkirin.
KOMKUJIYA HELEBCEYÊ
Gelê Kurd ku welatê wî bûye çar parçe, ji mafê xwe yê azadiyê bêpar ma û li ser gelê Kurd gelek qetlîam pêk hatine lê têkoşîna xwe domandiye. Operasyona Enfalê ku di sala 1986’an de dest pê kir, di 16’ê Adara 1988’an de bi Komkujiya Helebçeyê gihişt asta herî jor. Gelê Kurd li Helebceyê bi çekên kîmyewî hate qetilkirin. Saddam û rejîma Baas dixwestin gelê Kurd ê ji bo azadiya xwe têdikoşin di nava xwînê de bifetisînin û mîna ku nikarin careke din li ber xwe bidin, biperçiqînin. Îro ne Saddam û ne jî rejîmeke qetlîamker heye, lê gelê Kurd ê ku rastî asîmîlasyon, îmha û înkarê hatiye, îro jî têkoşîna xwe didomîne.
KOMKUJIYA QADA BEYAZÎTÊ
Di 16’ê Adara 1978’an de 7 xwendekarên şoreşger ji aliyê faşîzmê ve hatin qetilkirin. Xwendekarên şoreşger ên bi bombeya faşîstan hatin qetilkirin, Qada Beyazîtê bi xwîna xwe sor kirin. Xwendekarên şoreşger ên weke milîtanên aktîf ên têkoşîna şoreşgerî li ber xwe didin, her tim bi êrîşên faşîzmê re rû bi rû mane. Tevî gelek êrîş û komkujiyan jî ciwan weke leşkerên şoreşa yekbûyî têkoşîna xwe didomînin.
Meşa yekbûyî ya şoreşê bi hemû leza xwe didome. Ji bo şoreşa me ya yekbûyî gelek berdêl hatin dayîn. Em têkoşîna xwe ya ji bo hilweşandina faşîzmê bi hêrsa kesên hatin qetilkirin bi biryardarî didomînin.”