ÊLIH – Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Êlihê ku li bajarên erdhejê xebatên xwe didomînin, paketên ku ji bo meha Remezanê hatine amadekirin jî radestî mexdurên erdhejê dikin.
Endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê ji kêliya yekem a erdhejê ve xebatên xwe yên hevpar ên li Dîlok, Semsûr, Meletî û Hatayê dabûn destpêkirin didomînin. Bi hemahengiya li gel kordînasyona krîza navendî ya partiyê, 45 ciwan li navçeyên erdhejê bûn û hin ji wan jî hevxemiya xwe ligel rizgarbûyên erdhejê yên ku li bajêr bi cih bûne, bûn. Endamên Meclîsa Ciwanan lîstok, pirtûkên rengîn û xwarin ji hezar zarokên Meletî re anîn.