MINBIC- Ciwanên Şoreşger ên Minbicê bi dirûşma ‘Ciwan fedaî Rêber APO ne’ li Salona Navenda Ciwanên Şoreşger a bajar civîna xwe ya asayî ya salê lidar xistin.
Civîn bi amadebûna hemû endam, rêveberên Tevgerên Ciwanên Şoreşger, nûnerên ofîs û Komîteyên ciwanan ên Minbic û gudewarên wê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Piştî rêzgirtinê Ehmed El Cûmalî axivî.
Di dewama civînê de rapora kar hate xwendin. Piştî wê jî Şiyar Mihemed li ser rewşa rêxistinî û siyasî nirxandin kir. Mihemed qala alozî û nakokiyên siyasî yên li Rojhilata Navîn kir.
Piştre jî perspektîfên Rêber Apo ji bo ciwanan hate xwendin.
Herî dawî jî rêzikname hate xwendin û li ser şêwazên kar û pêşistina ciwanan nîqaş hatin kirin.