NAVENDA NÛÇEYAN – Di roja me ya îro de li welatê me, her bûyer wek perçeyek ji şerê taybet li hember Kurdan tê bikaranîn. Herî dawî jî erdheja 6’ê Sibat’ê ya ku li Mereşê rû da, vê yekê carekê din bi awayekî zelal raxist berçavan. Her tişt kirina sedemê qirkirinê, yek ji taybetmendiyên sereke ya rejîmên şerê taybet e. Li gel vê jî ger hişmendiya qirkirinê ya dewleta tirk a faşîst û mêtînger li ser were zêde kirin, wê bibe pênaseyekê bê qusûr ya ‘’şerê taybet’’. Şerê taybet bi her awayî teslîm girtina kes û civakê dike armanc. Ji bo vê jî, çi bûyer bibin bila bibin, ger ku bikeve xizmeta qirkirinê wê teqez ji aliyê mêtinger û desthiladaran ve bê bikaranîn.
Bi sedan salane li Kurdistanê li dijî gelê Kurd polîtîkayên cûr bi cûr ên qirkirinê tên bikaranîn. Ji kuştin û komkujiyan bigre heya helandin û bişaftina mêjiyên zarokên Kurd, ji tunekirina dîrokê bigrin heya qirkirina çandî, bi dehan rê û rêbaz ji aliyê dewletên metînger ve hatine ceribandin. Di van ceribandinan de bi sed hezaran Kurd hatine qetil kirin, bi milyonan jî ji cîh û warên xwe hatine kirin. Sazûmaniya komara tirk li ser vê hişmendiya qirker hatiye avakirin. Ji destpêkê ve berxwedana ku di pêşengtiya Şêx Saîd de pêşket, bi perçiqandin û darvekirina pêşengên berxwedanê re, xwestin Kurdên ku bi xwe hesiyane, teslîm bigrin û îradeya wan bişkînin. Piştî vê qirkirinê êdî dewleta dagirker û qirker bû xwedî tecrûbe, xwîna Kurd ket zikê wan. Bi plansaziya ku jê re “Plana Şark Islahat ” dibêjin, qirkirina sîstematîk ya Kurdan gîhiştibû lûtkeya vê serdemê. Êdî, navê Kurd li her derê pêwîst bû bihata rakirin. Ev jî ji dewleta dagirker û mêtînger re bû bingeha hınceta wê ya sexte ya man û nemanê. Lê li aliyê din jî, ev gelê ku xwedî rûmeta azadiyê ye, çanda xwe ya berxwedanê domand.
Dewleta tirk a dagirker bi plansaziyek pir kirêt û bi tevahî ziraviyên şerê taybet ve, ji herêma Dersîmê heya herêma Rihayê kir nexşeya yekemîn a Kurdkujiyê, ji ber ku taybetmendiya herî mezin ya vê heremê ewe kû hem ji aliyê dîrokî ve û hem jî ji aliyê bawerî û çandî ve yek ji şaneyên herî girîng a Kurdistanê ye. Kurdbûyîn û li nirxên azadiyê xwedîderketin yek jî herî zêde li vê heremê şenber bûye. Ji bo dewletê jî ev dibû sedema rêvebirina qirkirineke bi plan. Nasnemeyên hevpar a Elewîtî û Kurdîtiyê ya vê herêmê wekî hedefa esasî nîşandan û li dijî vê hişmendiya faşîst û şovenîst pêşxistin. Destpêk ev herêm ji komkûjiyên pir mezin û piralî ve hatin derbas kirin û di ser de jî yên ku wek bermahiyên vê qetlîamê man, hewildan bi riya perwerde, koçberkirin, fuhûş, dizî û hişberê ve asîmîle bikin û li ser wan tirkbûyinê pêşbixînin. Bi vî awayî erdnîgariya Kurdan talan kirin û hewildan bi guhertina demografiyê re herêmê ji Kurdan vala bikin. Felaketa esasî ev politikayên qirkirinê ya dewleta dagirkere ku li dijî gelên vê herêmê daye meşandin.
Piştî qirkirinên Dersîm û Elewiyan yên destpêkê, vê carê jî ciwanên vê heremê bi rêya qaşo pirsgirêkên aborî û jiyanî, bi awayeke sîstematîk koçberî derveyî welat hatin kirin. Ev plana şerê taybet ya dewleta dagirker hişt ku li vê heremê demografiya kurd heya astekî bê guhertin û şûna kurdan bi tirkên ku ji deverên cûr bi cûr anîne were dagirtin. Di demekî wiha zor û zehmet de, Ciwanên Apoyî bi taybetî li van herêman xwe bi rêxistin kirin û pêl bi pêl mezin bûn. Ev ji tevahî gelê Kurd û herêmê re, lê bi taybet jî ji bo Kurdên vê deverê bû çavkaniya vejînê. Vê carê jî dewleta tirk a dagirker di sala 1978’an de bi êrişekê ku bi Komkûjiya Mereşê tê nasîn, bi destê nîjadperest û tirkên faşîst qetiliyamekê mezin pêk anî. Bi hezaran Kurdên Elewî hatin qetil kirin û bi deh hezaran jî dîsa koçber bûn. Ev hişt ku dîsa Kurd êşên pir giran jiyan bikin û ew herêm hîn zêdetir ji gelê herêmê û bi taybet jî ji ciwanan bê vala kirin.
Di esas de ev êrîşên dagirkeriyê bi plansaziyên qirkirina Kurd ve hatin destpêkirin. Tevahî armanca van êrîşan vala kirin û teslîmgirtina vê heremê bû. Ji bo vê jî destpêkê derdora heremê vala kirin, piştre jî mîna ku bixwazin hafizeya civakê tunebikin, pêşêngên heremê bi awayeke eşkere qetil kirin. Piştre jî gelê heremê di komkujiyê re derbas kirin û zarokên wan dizîn. Ew zarokên hatine dizîn jî bi rêya dibistanên taybet yên pişaftinê wek dijminê ax, welat, dîrok û civaka xwe hatin mezin kirin. Bi demê re yê ku vê siyaseta qirêj qebûl neke, hat koçberkirin, zindanî kirin û qetil kirin. Da ku cardin gel venegere rastiya xwe. Pirtûkên ku vê heremê weke herêmên tirk nîşan bidin hatin nivîsandi n û talanê ser erd û bin erdê herêmê dan destpêkirin, heya ajalên kovî yên herêmê jî bi awayeke sîstematîk hatin qirkirin. Ev qirkirina sîstematîk li hember dîrok, çand û hebûna Kurdan bû derbeyeke mezin.
Di pela din a dîrokê de; ji bo xwedî derketina li welat, ax, çand û hebûna xwe, Tevgera Azadiya Kurdistanê bi rêya hezaran gerîla û pêşengên xwe, ev herêm kir qibleya têkoşîna xwe. Bi her awayî nehişt ku dijminê dagirker û qirker bigihêje armanca xwe ya dawî. Komkujiyên ku hatine kirin çiqasî sîstematîk bin, berxwedanî jî ewqasî bi hêz pêşket. Bi helwesta Rêber APO û Tevgera Azadiyê re, çi hatibe dizîn di şûna wê de heqîqet hat çandin û pêşî li valakirina cewhera vê hermê hat girtin. Ev yek planên qirkiri , bû sedema karasetekê mezin û dîrokî. Bi deh hezaran mirov jiyana xwe ji dest dan, bi sedhezaran bırîndar bûn, bi milyonan bê mal man û malwêranî bû tabloya herî dawî ya gelê herêmê. Dewleta dagirker, metînger, diz û talanker, rûxmê ku dizanîbû wê erdhej çêbibe û ji bo vê bi milyar dolaran pere kom kiribû jî tenê li rewşê temaşe kir. Ger ku di kêliyên destpêkê de, destwerdaneke biçûk jî bihata kirin, wê jiyana bi hezaran kesî ji mirinê bihata xilas kirin. Lê belê ew qirkirina ku di dîroka xwe de nekarîbûn pêkbînin, bi vê erdhejê re fersenda ku lê digeriyan ket pêşiya wan. Bi plansaziyek pir qirêj dest bi kiryarên xwe kirin. Hîn ji roja destpêkê ve Rewşa Awarte ‘’OHAL’’ ragihandin. ‘’OHAL’’ li Kurdistanê pênaseya qirkirinê ye. Ku di esas de dîroka dewleta tirk a dagirker li Kurdistanê dîroka OHAL’ê ye. Her cûre qirkirin û talanên xwe di bin vî navî de pêkanîne. Dîsa ji bo qirkirinek nû pêk bînin OHAL ragihandin û lez û bez dest bi kiryarên xwe kirin. Destpêk heyanî 3 rojan, nehêlan derveyî saziyên dagirker tû sazî, dezgeh û ragihandinên sivîl bikevin herêmê. Dewlet bixwe jî tu hewildaneke ji bo rizgarkirina nîşan neda. Riyan girtin û rê nedan seyareyên gel derbasî herêmê bibin. Nehiştin ku gelê welatparêz biçe alîkariya hev û êş û birînên xwe bipêçîne. Jiber vê, kesên ku di bin kavilan de mane jî, bi vî rengî û bi vê sermaya dijwar yê zivistanê jiyana xwe ji destdan. Dewleta talanker, dest danî ser alîkariyên ku gel bi zor û zehmetiyan, komkirine û ji mexdûrên erdhejê re rêkirine. Saziyên alîkariyê ku ji berê de hatine saz kirin jî, bi rêya qeyyûman dagir kirin. Bi otobûsên dewletê ji bo valakirina herêmê dest bi xebatên koçberkirinê kirin û mirov dikare bêje ku herêm seranser ji ciwanan hat vala kirin. Yên ku li bajarên xwe mane jî xwestin bi sermayê, tî bûn û birçîbûnê terbiye bikin û ji vê re gotin qeder. Qedera ku propagandaya wê di çapemeniya şerê taybet de tê kirin, dixwazin bikin qilifê politikayên xwe yên qirkirinê. Bi kurtasî, ev felaketa ku çavkaniya xwe ji xwezayê digre, bi destê dewleta tirk û hukumeta faşist ya AKP-MHP’ê bû felaketa qirkirin, helandin û qelandina koka Kurdan ya şerê taybet. Zarokên ku malbatên wan jiyana xwe ji dest dane û sêwî mane, bi şêwazekî ku bikaribin asîmîle bikin û bikin tirk, radestî terîqet û malbatên nijadperest ên tirk kirin. Ev bûyer di dîroka kurdan de, dibe dewama kevneşopiya politikaya ‘’zarokên winda’’ yê ku li ser bermahiya komkûjiya Dêrsîmê hatiye meşandin. Piştî felaketeke bi vî rengî û di nîveka zivistanê de, malbatên ku ji erdhejê xilas bûne, şandina herêmên ku wek herêmên turîzmê tên naskirin bi serê xwe lîstina keramet û rûmeta civakê ye. Bi vê dixwazin talan û şelandina ku li wan bajaran pêkanîne, bidin ji bîr kirin û bertekên gel vala bikin. Bi alê xwe yê sembolê faşîzmê, bi riya kanalên xwe yên şerê taybet û bi reklaman, li ser êşen gel şow dikin. Bi vî rengî dixwazin dizî û talanên ku li herêmên erdhejê pêkanîne, ser bigrin.
Çawa ku di dîroka xwe de nehiştine dewleta qirker û dagirker bigihîje armanca xwe, di vê demê de jî erka herî sereke dikeve ser milê ciwanên Kurd. Ciwanên welatparêz ku ji roja yekem ê erdhejê ve seferber bûne û ji bo alîkariya gelê xwe herikîn qadên erdhejê carekê din îspatkirin ku ciwan pêşengên civakê ne. Xebatên alîkarî komkirin û belavkirinê ku ji aliyê gelê Kurd û dostên wê li Bakur, Başur, Rojava, Rojhilat, Ewrupa û deverên din ên cîhanê tên meşandin pîroz û hêja ne û nîşandane ku civak bê dewlet dikare li hev xwedî derbikeve. Erdhej buye îspata vê rastiyê ku ne niyet ne jî hêza dewletê heye li civakê xwedî derkeve. Tersî vê xuya bû ku gel bi hêza xwe û bingeha xwe ya exlaqî dibe xwediyê xwe yê herî baş. Ji vir û şûnve jî pêwîste ciwanên welatparêz xwe li herderê rêxistinbikin, astengiyên dagirkeran û çeteyan derbasbikin û nehêlin ku tu kes bimîne muhtacê sazî û dezgehên dewletê. Dewleta ku bi dehan salan nekariye bigihêje armanca xwe, dixwaze îro bi saya vê erdhejê qirkirinê bi encam bike. Alikariya ku ew qaşo pêşkêş dike ne ji xêra xwe ve, lê di çarçoveya şerê taybet de bikartîne, li kêleka vê jî hemu cureyên astengiyan li pêşiya xebatên alîkariya gel datîne. Lê belê ger ciwanên welatparêz ên Kurdistanê bi hêza xwe ya cewherî rabin kesek nikare pêşiya wan bigre. Bi alîkarî û destdayîna hev wê ciwanên Kurd bi xwe karibin êş û azarên gelê xwe bipêçînin. Bi xwe rêxistinkirinê re, wê ciwan dawî li dagirkerî û mêtingeriyê bînin.