LOZAN – Îro li bajarê Lozanê Komîna TCŞ a Şehîd Tolhildan Tirêj hate avakirin.
Nirxandina pevajoya siyasî û axaftinekê ser rexistinbûnê hate kirin. Piştî sinevizyoneke hate tamaşe kirin û reziknameya TCŞ hate xwendin.
Herî dawî jî komisyonên rexistin, perwerde, hiquq, çand, sosyal û çapamenî hatin avakirin û 2 berdevk hatin hilbijartin.
Piştî îlankirina komînê ciwan daxûyaniyekî dan û wiha gotin;
“Taybet di vê pevajoye de, di sala 2023 avabûna komîna Lozanê xwedî maneyekê taybet e. Ciwan dixwazin di sedsala Peymana Lozanê de hemberî parçekirina gelê Kurd, asîmîlasyon, qirkirin û êrîşên zihniyeta zilamsalarî bibin bersiv.
Taybet li Ewrupa ciwan bi rexistinbûna xwe û hêza xwe ye demokratîk û dinamîk wê li hemberî erîşên Şerê Cihanê ya Seyemîn de bibin bersiv.”
Îlankirina komîna Şehîd Tolhildan Tirêj bi sloganên ‘Bijî Serok APO‘ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû.