BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt diyar kir:
“Agahiyên êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker kirine, wisa ne
Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi çekên qedexe kirine;
Di 17’ê Adarê de çeperên me yên berxwedanê yên Çemçoyê bi çekên qedexe carekê hatiye bombekirin.
Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker kiriye
Di 17’ê Adarê de çeperên berxwedanê yên Çemçoyê, Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî û qadên Golka û Girê Çarçêl ên Metînayê bi balefirên şer 4 caran hatine bombekirin.
Di 16 û 17’ê Adarê de çeperên me yên berxwedanê yên li Qada Girê Ortê ya Metînayê, Qada Berxwedanê ya Girê FM û yên li qada Çemço û Sîdayê bi obus, hawan, tank û çekên giran 73 caran hatine bombekirin.”